Tevî topbarana dijwar ciwanên Kobanê li kolan in

Bi dehan ciwanên Kobanê daketin kolanên bajêr ku bi awayekî dijwar tê topbarankirin. Ciwanan anîn ziman ku ew ê  li hember dagirkeriya Tirk û hemû hewldanên tirsandina şêniyan bisekinin.

Tevî topbarana dijwar ciwanên Kobanê li kolan in
16 tebax, 2022   14:28
KOBANÊ

Dewleta Tirk a dagirker ji saet 10:00`an ve taxên Kaniya Kurdan, Kobanê Nû, Girê Meştenûr, gundên Seftik, Boban, Kor Elî, Biyadiye, Zor Mixar, Şiyûx Jêrin û Şixyûx Jorîn ên rojavayê kantonê, gundên Qere Mox û Koran ên rojhilatê wê  bi çekên giran topbaran dike.

Tevî topbarana dijwar, lê bi dehan ciwanên bajêr daketin kolanan û li dijî êrişan xwepêşandan li dar xist.

Ciwanan di xwepêşandanê de, gotin ew ê li hember dagirkeriya Tirk, êriş û planên wê li ber xwe bidin ku dixwaze şêniyan bi van êrişan koçber bike da ku wê dagir bike.

 

 (şx)

 

 

ANHA