Li Hecînê navenda Dozgeriya Giştî hat vekirin

Komîteya Edaleta Civakî ya Dêrazorê bi merasîmekê navenda Dozegeriya Giştî li bajarokê Hecînê vekir.

Li Hecînê navenda Dozgeriya Giştî hat vekirin
16 tebax, 2022   14:25
DÊRAZOR

Komîteya Edaleta Civakî ya Dêrazorê bi armanca hêsankirina xebatên qanûnî û dadgehî, belavkirina zanabûna qanûnên di nava şêniyên herêmê de û pêkanîna edaleta civakî li rojhilatê Dêrzorê, navenda Dozegeriya Giştî li bajarokê Hecînê vekir.

Rûspiyên herêmê, endamên saziyên sivîl, leşkerî, partî û bi dehan şêniyên Hecînê tev li merasîmê vekirina avahiyê bûn.

Di merasîma vekirinê de, nûnerê Meclisa Edaleta Civakî ya Dêrazorê Fayiz Bêk axivî û got: “Ji bo temamkirina hewldanên pêkanîna edaleta civakî, me ev navenda Dozgeriya Giştî li Hecînê vekir. Ev navend dê roleke çalak di belavkirina zanabûna qanûnî de di nav welatiyan de bilîze û dê baweriyê di navbera dadweriyê û welatiyan de xurt bike.”

Bêk di axaftina xwe de soz da ku hewldanên dîtir bikin da ku kar û xebat di vî warî de bi rêk û pêk were meşandin, edalet bi rêbaza wê ya herî rast pêk were.

Hevserokê Meclisa Edaleta Civakî ya Dêrazorê Wehîb El Beşar axivî û got: “Êdî bûyerên li herêmê rû didin li ser kesekî nayê veşartin, bi taybet sûcan ku binesaziya civakê diguherin. Li ser bingeha erkê me yê nîştimanî û ji bo rê li pêşiya sûcê bê girtin, hesab ji sûcdaran bê xwestin, me navenda Dozgeriya Giştî li Hecînê li gorî biryara Meclisa Edaleta Giştî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê vekir.”

El Beşar daxuyand ku Dozgeriya Giştî dê ji bo gelê Hecînê û saziyên wê li hember hemû cureyên genedeliyê û sûcan bibe mertal û dê hesab ji wan bê xwestin.

Serokê Komîteya Têkiliyan a Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) Enes El Merfû axivî û got: “Bi rêya tecrubeyên me, diyar bû ku serkeftina leşkerî bi tenê têrê nake. Îstiqrar bê hebûna edaletê û pêşxistina herêmên zirar dîtine, lidarxistina projeyên aborî û girtina tedbîrên leşkerî, cezayî û edlî pêk nayê.”

El Merfû anî ziman ku vekirina vê navendê, dê bibe hîmanekî sereke ya sepandina ewlehiyê li herêmê bi giştî.

Bi navê Meclisa Herêma Rojhilat a Dêrazorê Saêr El Rebî axivî û vekirina navendê li şêniyên herêmê pîroz kir û got: “Dozgeriya Giştî dê çareserkirina dosyayên cezayî li herêmê hêsan bike û dê edalet li herêmê belav bibe.”

Piştî bidawîbûna axaftinan, dayika şehîd Emîr El Mixlef navend vekir. Hêjeyî bi bîrxistinê ye ku Emîr El Mixlef di pêngava rizgarkirina Dêrazorê ji çeteyên DAIŞ`ê de şehîd bûye.

(şx)

ANHA