Hêzên Ewlekariya Hundirîn têkildarî êrişên dagirkeriya Tirk daxuyanî da

Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bîlançoya êrişên artêşa Tirk a dagirker ên li ser herêmên cûda eşkere kir û soza parastina herêmê da.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn têkildarî êrişên dagirkeriya Tirk daxuyanî da
16 tebax, 2022   14:09
NAVENDA NÛÇEYAN

Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi daxuyaniyekê bîlaçoya êrişên artêşa Tirk a dagirker ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê eşkere kir.

Daxuyanî wiha ye:

"Dagirkeriya Tirk ji saetên şeva duşemê heta sibeha îro ve êrişên xwe li ser bajarokên Dirbêsiyê, Amûdê û gundewarên wê zêde kirin. Topbarana bi obîsan li dijî bajarokê Til Temir û gundewarê wê zêde kir. Di encamê de 3 welatî birîndar bûn. Her wiha bi obîsan êrişî bajarê Kobanê kir, di encamê de zarokekî 14 salî şehîd bû û 5 jî birîndar bûn, di nav de jin û zarokek hene. Her wiha navendên aktîv û xizmetguzariyê kirin hedef.

Dagirkeriya Tirk di nav bêdengiya navneteweyî de êrişên xwe yên leşkerî li ser herêmên me didomîne û cografiya topbaranê berfireh dike. Li hemberî vê dewletên garantor erkên xwe yên agirbestê pêk nayînin û sînorekî ji kiryarên dagirkeriya Tirk re danayînin.

Em Hêzên Ewlekariya Hundirîn soz didin gelê xwe ku em ji bo gel û herêmên xwe canê xwe feda bikin û soza şopandina xeta şehîdan bidomînin heta ku ewlehî û silametiya giyanên wan misoger bikin."

ANHA