Dewleta Tirk careke din gundewarê Kobanê bombebaran kir

Dewleta Tirk a dagirker careke din bi balafireke şer girê  gundê Çariqlî yê rojavayê Kobanê bombebaran kir.

Dewleta Tirk careke din gundewarê Kobanê bombebaran kir
16 tebax, 2022   13:57
KOBANÊ

Nûçegihanên me ji herêmê ragihandin ku balafireke şer a dewleta Tirk a dagirker careke din girê  gundê Çariqlî yê rojavayê Kobanê yê li ser sînorê Sûriyê û Tirkiyê bombebaran kir.

Di saetên nîvro de artêşa Tirk heman cih  3 caran bi balafirên şer bombebaran kir. Hate îdiakirin ku di encamê de 16 leşkerên hikumeta Şamê jiyana xwe ji dest dan.

Di saetên sibehê de artêşa Tirk a dagirker gundên Siftik, Zormixar, Beyadiyê, Kor Elî, Şexlera Jêrîn, Şexlera Jorîn, Çariqlî yên rojava, her wiha gundên Qeremox û Koran ên rojhilatê Kobanê topbaran kirin. Di encamê de zarokek şehîd bû û 4 jî birîndar bûn.

ANHA