Rêveberiya Xweser a Herêma Firatê serdana birîndarên êrişên dagirkeriya Tirk kirin

Şandeyeke ji Rêveberiya Xweser a Herêma Firatê serdana birîndarên êrişên dagirkeriya Tirk kir.

Rêveberiya Xweser a Herêma Firatê serdana birîndarên êrişên dagirkeriya Tirk kirin
16 tebax, 2022   13:15
KOBANÊ

Şandeyek Rêveberiya Xweser a Herêma Firatê ji hevserokê Meclisa Rêveber Mihemed Şahîn û cîgirên wê Nîhad Ehmed û Emîne Bekir û Hevseroka Desteya Hundirîn Sozdar Şêxo pêk dihat serdana birîndarên topbarana dewleta Tirk a dagirker a li ser bajar û gundên Kobanê kir.

Şandeyê serdana birîndarên li Nexweşxaneya Emel a Kobanê kir û şîfa wan re xwest.

 Di êrişên artêşa Tirk a dagirker ên li ser bajarê Kobanê û gundewarê wê yên rojhilat û rojava de zarokek şehîd bû û 4 kes birîndar bûn.

Beriya vê, Rêveberiya Xweser a Herêma Firatê têkildarî êrişan daxuyanî da, tê de diyar kir ku ev êriş berdewama plana Tirkiyê ya bi armanca tirsandina şêniyan, koçberkirina wan û valakirina herêmê ye. Rêveberiyê daxuyand dewletên garantor berpisên vê êrişê ne.

ANHA