​​​​​​​Dewleta Tirk navendên xizmetguzariyê dike armanc; aş ji xizmetê derketin

Bombebarana artêşa Tirk a dagirker li herêma Firatê aşek kir hedef û di encamê de jeneratorên ku ceyranê didin wê, hatin rûxandin.

​​​​​​​Dewleta Tirk navendên xizmetguzariyê dike armanc; aş ji xizmetê derketin
16 tebax, 2022   11:51
KOBANÊ

Artêşa Tirk a dagirker ji sibehê ve bajarê Kobanê û gundewarên wê bombebaran dike û heta niha jî didome.

Bombebarana dewleta Tirk li navenda bajêr şîrketa aşan kir hedef û di encamê de jenerator hatin rûxandin û aş ji xizmetê derketin.

Hevseroka Şîrketa Pêşxistina Civaka Çandiniyê ya Herêma Firatê Gulistan Şêx Ehmed ev kiryar şermezar kir û wek karekî bizanebûn bi mebesta têkdana ewlehî û aramiyê li herêmê nirxand.

Gulistan Şêx Ehmed bang li gel kir ku nekevin bin bandora kiryarên tirsonek û wiha got: "Ji ber ku şîrketa aşan û ev kiryar dê bandorê li pêşkêşkirina xizmetguzariyan ji xelkê re neke."

Gulistan Şêx Ehmed destnîşan kir ku di demeke kin de dê jeneratoran temîr bikin û kargehan bixebitînin.

Artêşa Tirk a dagirker di bombebarana xwe de tax û cihên qelebalix, nexweşxane, Zanîngeha Kobanê jî kirin hedef.

Zarokê bi navê Ebd Mihemed Hecî yê 12 salî di encama bombebarana artêşa Tirk a dagirker a li ser gundê Zorava yê rojavayê bajarê Kobanê de şehîd ketibû û 4 kesên din jî birîndar bûne.

ANHA