​​​​​​​Balafireke şer a dagirkeriya Tirk gundekî rojavayê Kobanê bombe kir

Balafireke şer a artêşa Tirk a dagirker girê li derdora gundê Çariqlî yê rojavayê bajarê Kobanê yê li ser sînorê Sûriye-Tirkiyê bombe kir.

​​​​​​​Balafireke şer a dagirkeriya Tirk gundekî rojavayê Kobanê bombe kir
16 tebax, 2022   12:01
KOBANÊ

Li gorî agahiyên nûçegihanên me ji herêmê dane, balafireke şer a dagirkeriya Tirk girek li derdora gundê Çariqlî yê sînorî yê li rojavayê bajarê Kobanê 3 caran bombe kir.

Li gorî agahiyên bi dest ketine, balafirên şer ên dagirkeriya Tirk hîna jî li asîmanê gundên rojavayê Kobanê digerin.

Vê sibehê jî artêşa Tirk a dagirker navenda bajarê Kobanê û gundên rojava û rojhilatê bajêr bi dehan topan topbaran kir, di encamê de zarokek şehîd bû û 4 kes birîndar bûn.

(cx)

ANHA