Yekitiya Jinên Ciwan: Bi rihê 15’ê Tebaxê ew sal dê bibe sala têkbirina dagirkeriyê

Yekitiya Jinên Ciwna li gundê Mele Sibat yê Qamişloyê meşek li dar xist. Di meşê hate diyarkirin ku “Em wek Ciwanên PYD û Yekitiya Jinên Ciwan em dibêjin bi rihê 15’ê Tebaxê ew sal dê bibe sala têkbirina dagirkeriyê û gihîştina serkeftinê.”

Yekitiya Jinên Ciwan: Bi rihê 15’ê Tebaxê ew sal dê bibe sala têkbirina dagirkeriyê
16 tebax, 2022   08:25
QAMIŞLO

Bi pêşengiya Yekitiya Jinên Ciwan li gundê Mele Sibat yê Qamişloyê ji bo şehadeta şehîd Bawer Enîz, Edîb Elî û Dijwar Kobanê meşeke hate lidarxistin. Meşê li ber goristana gund dest pê kir û heta cihê bûyerê berdewam kir.

Li ser navê Yekitiya Jinên Ciwan Bihar Mihemed daxuyanî xwend. Di daxuyaniyê de hate gotin: “Di salvagera 38’an a Pêngava 15’ê Tebaxê de ku bi pêşengiya fermandarê mezin û nemir şehid Egîd dest pê kir û bû çirûska azadiya mirovahiyê, em li rêber Apo û tevahî şehîdên doza azadiyê pîroz dikin.

Bi salan e gelê Kurd di bin dagirkêriye de dijî û ji ber ku serî tewandinê qebûl nake, her bûye hedefa dijminê faşîst. Lê belê bi derketine tevgêra PKK re û bi teqandina fîşeka yekemîn re êdî dem bû dema gihîştina azadî û serkeftinê.”

Di daxuyaniyê de îşaret bi zêdebûna êrişên artêşa Tirk a dagiker hate kirin û hate gotin: “Di van demên dawîn de şehîdxistina rêveberên vê şoreşê zêde bûye. Wekî fermandar Jiyan, Dijwar, Rêzan, Bawer û şehîd Edîb. Ji bo vê yekê em wek Ciwanên PYD û Yekitiya Jinên Ciwan em dibêjin bi rihê 15’ê Tebaxê ew sal bibe sala têkbirina dagirkeriyê û gihîştina serkeftinê. Helwesta me ew e ku heyanî welatparêzek jî hebe tu carî dev ji têkoşîna xwe bernadin. Careke din em ve roja binirx li tevahî gelên welatparêz pîroz dikin.”

ANHA