Beşê zarokan ê Nexweşxaneya Nîştimanî ya Reqayê jinûve tê amadekirin

Ji bo sivikkirina barê xelkê Reqayê û gundewarê wê û pêkanîna projeyên sala 2022'an, Komîteya Tenduristiyê ya Meclisa Sivîl a Reqayê beşê zarokan ê Nexweşxaneya Nîştimanî ya Reqayê ji nû ve amade dike, ku tê payîn di meha bê de were vekirin.

Beşê zarokan ê Nexweşxaneya Nîştimanî ya Reqayê jinûve tê amadekirin
16 tebax, 2022   08:46
REQA

Komîteya Tenduristiyê ya Meclisa Sivîl a Reqayê ji bo pêşxistina warê tenduristiyê li bajarê Reqayê û gundewarê wê hewldanan dike. Niha jî li ser jinûve amadekirina beşê zarokan yê Nexweşxaneya Giştî ya Nîştimanî de dixebite da ku barê şêniyan sivik bike.

Nexweşxaneya Nîştimanî ya Reqayê yek ji girîngtirîn nexweşxaneyên bajêr e û beşên nexweşiyên hundirîn, şewat, destwerdanên lezgîn, beşê gurçikan pêk tê. Her wiha derziyên nexweşiya Laşmaniya, felca zarokan û nexweşiya zerikê bêpere tên dayîn.

Komîteya Tenduristiyê di meha borî de dest bi jinûve amadekirina beşê zarokan kiribû. Di pêvajoya çaksaziyê de mayîn û kavil hatin rakirin û niha li ser amadekirina torên kanalîzasyonê û kerhrebeyê kar tê kirin.

Di vê derbarê de, ajansa me bi berpirsê beşê teknîkê ê Komîteya Tenduristiyê endezyar Amir El Ubeyd re hevpeyvînek çêkir. El Ubeyd got: "Me dest bi xebatên jinûve amadekirina beşê zarokan kiriye, ku lêçûna wê 232 hezar dolar e."

Amir El Ubeyd diyar kir ku beşê zarokan têra 80 zarokan û 40 pitikan dike û tê de odeyek emeliyatan tevî hemû pêdiviyên wê û odeyeke çavdêriya taybet heye ku têra 8 zarokan dike.

Di dawiya axaftina xwe de El Ubeyd destnîşan kir ku Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji bo amaekirina beşê zarokan li bajarê Reqayê destekê dide. El Ubeyd her wiha diyar kir ku gelek rêxistinên navneteweyî yên ku di warê tenduristiyê de kar dikin, soza dane ku piştgiriyê bidin beşê zarokan.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku Nexweşxaneya Nîştimanî ya bajarê Reqayê di encama şerê rizgarkirina bajêr ji çeteyên DAIŞ`ê de, bi temamî hatibû rûxandin.

ANHA