​​​​​​​Di topbarana li ser navenda Zirganê de zarokek birîndar bû-NÛ BÛ

Di topbarana artêşa Tirk a dagirker li ser navenda navçeya Zirganê ya girêdayî kantona Hesekê de zarokek birîndar bû.

​​​​​​​Di topbarana li ser navenda Zirganê de zarokek birîndar bû-NÛ BÛ
16 tebax, 2022   08:30
NAVENDA NÛÇEYAN

Nûçegihana me ji navçeyê ragihand ku artêşa Tirk a dagirker beriya çend kêliyan navenda navçeya Zirganê ya kantona Hesekê topbaran bi çekên giran topbaran kir. Di encama topbaranê de zarokê bi navê Temîm Feysel Hemed (11) birîndar bû.

Hêjayî gotinê ye ku artêşa Tirk a dagirker bi awayekî hemwext navenda bajarê Kobanê, gundewarê Kobanê, gundên navçeya Til Temir û gundên bajarê Girê Spî û navçeya Şêrawa bi çekên giran topbaran dike.

(cx)

ANHA