Partiya Sûriya Pêşerojê bêdengiya Şamê ya li hember êrişên dagirkeriya Tirk rexne kir

Serokê Meclisa Partiya Sûriya Pêşerojê yê şaxê Dêrazorê, bêdengiya hikumeta Şamê ya li hember êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê rexne kir û diyar kir ku dagirkerî dixwaze krîza Sûriyê dirêj bike da ku berjewendiyên xwe bi dest bixe.

Partiya Sûriya Pêşerojê bêdengiya Şamê ya li hember êrişên dagirkeriya Tirk rexne kir
16 tebax, 2022   08:03
DÊRAZOR –SAMİR EBDULEZÎZ

Li hemberî êrişên berdewam ên dagirkeriya Tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê, hikumeta Şamê li hember sûcên şer ên dewleta Tirk ên li ser axa Sûriyê bê deng dimîne.

Serokê Meclisa Partiya Sûriya Pêşerojê ya gundewarên rojhilatê Dêrazorê Yehya El-Sofî têkildarî mijarê ji ANHA’yê re axivî. El-Sofî êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser herêmê şermezar kirin û got: "Êrişên wan welatiyan dike armanc û binesaziya herêmê wêran dikin."

El-Sofî got: "Armanca van êrişan têkbirina aramî û ewlehiya herêmê ye û berfirehkirina qada dagirkeriyê li Sûriyê û Bakur û Rojhilatê Sûriyê."

El-Sofî axaftina xwe wiha domand: "Ji bo bidestxistina berjewendî û pêkanîna daxwazên xwe yên dagirkeriyê l li herêmê û bi bihaneya parastina “ewlehiya xwe ya neteweyî” û têkoşîna li dijî “terorê”, dagirkeriya Tirk naxwaze aloziya Sûriyê bi dawî bibe, ji ber ku sûdmendê herî mezin ji bêîstiqrariya Sûriyê ye. Tirkiye qala kîjan terorê dike? Ew bi xwe piştgiriyê dide terorê."

El-Sofî bêdengiya hikûmeta Şamê ya li hember êrişên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê rexne kir û got: "Ev êriş dê li herêmê bibe sedema qeyrana aborî û ewlehiya herêmê piştî rizgarkirina ji çeteyên DAIŞ'ê têk bibe. Ya ku dewleta faşîst a Erdogan jî dixwaze ev e."

Di dawiya axaftina xwe de serokê Meclisa Partiya Sûriya Pêşerojê ya gundewarên rojhilatê Dêrazorê Yehya El-Sofî bang li civaka navneteweyî, rêxistinên mafên mirovan û Koalîsyona Navneteweyî kir ku dawî li sûc û binpêkirinan dewleta Tirk a dagirker bîne û ji bo parastina gelê herêmê qedexeya hewayî li ser herêmê ferz bike.

ANHA