Hemwextî êrişên li ser Kobanê, Şêrawa û Til Temirê, dagirkeriya Tirk gundên rojavayê Girê Spî jî topbaran dike

Hemwextî topbarana li ser navenda bajarê Kobanê û gundewarê wê, gundewarê navçeya Til Temirê û gundên navçeya Şêrawa ya kantona Efrînê ya dagirkirî, artêşa Tirk a dagirker di van kêliyan de 5 gundên rojavayê bajarê Girê Spî yê dagirkirî topbaran dike.

Hemwextî êrişên li ser Kobanê, Şêrawa û Til Temirê, dagirkeriya Tirk gundên rojavayê Girê Spî jî topbaran dike
16 tebax, 2022   08:12
KOBANÊ

Nûçegihana me ji herêmê agahî dan ku gundên Erîda, Leqleqo, Sewan, Xirbet Beqer û Kopirlek ên gundewarê rojavayê bajarê Girê Spî yê dagirkirî bi çekên giran ji aliyê dagirkeriya Tirk ve tên topbarankirin.

Dagirkeriya Tirk di heman demê de 3 gundên navçeya Şêrawa ya kantona Efrînê ya dagikirî, 6 gundên rojavayê navçeya Til Temirê ya kantona Hesekê, navenda bajarê Kobanê û gundên Boban, Siftek, Sêlim û Aşmê yên li ser sînorê Sûriye-Tirkiyê yên li rojavayê bajarê Kobanê, her wiha bajarokê Şêxler Jorîn ê li hember bajarê Cerablus ê dagirkirî yê li qiraxa rojhilatê Çemê Firatê, topbaran dike.

(cx)

ANHA