Li Hesekê du şehîdên Meclisa Leşkerî ya Suryan hatin oxirkirin

Di merasîma oxirkirina du şervanên Meclisa Leşkerî ya Suryan de ku li Goristana Şehîdên Suryan a bajarê Hesekê hat lidarxistin, berdevkê meclisê Metay Hena soza tolhildana şehîdan û rizgarkirina herêmên Sûriyê ji dagirkeriya Tirk da.

Li Hesekê du şehîdên Meclisa Leşkerî ya Suryan hatin oxirkirin
Li Hesekê du şehîdên Meclisa Leşkerî ya Suryan hatin oxirkirin
Li Hesekê du şehîdên Meclisa Leşkerî ya Suryan hatin oxirkirin
Li Hesekê du şehîdên Meclisa Leşkerî ya Suryan hatin oxirkirin
Li Hesekê du şehîdên Meclisa Leşkerî ya Suryan hatin oxirkirin
Li Hesekê du şehîdên Meclisa Leşkerî ya Suryan hatin oxirkirin
Li Hesekê du şehîdên Meclisa Leşkerî ya Suryan hatin oxirkirin
Li Hesekê du şehîdên Meclisa Leşkerî ya Suryan hatin oxirkirin
15 tebax, 2022   12:17
HESEKÊ

Îro bi sedan şêniyên bajarê Hesekê şervanên Meclisa Leşkerî ya Suryan Radî Mizel Osman (Îsa) û Yûsif Mihsin El Metras (Nînos) li Goristana Şehîdên Suryan-Asûr ya li bajarê Hesekê oxir kirin.

Şêniyên bajarê Hesekê yên Ereb, Kurd, Asûr û Ermenan cenazeyên şervanên Meclisa Leşkerî ya Suryan ji pêşiya Saziya Malbatên Şehîdan wergirtin û bi dehan erebeyan ber bi Goristana Şehîdên Suryan-Asûr ya li bajêr ve çûn.

Meclisa Leşkerî ya Suryan di 13`ê Tîrmehê de bi daxuyaniyekê ragihandibû ku di encama êrişên artêşa Tirk a dagirker ên li ser gundên Dirdara û Qibûr El Qeracne yên navçeya Til Temirê de, du şervanênwan şehîd bûne.

Saziya Malbatên Şehîdan a Suryan-Asûr merasîma oxirkirina her du şervanan orgenîze kir û li goristanê Hêzên Sotoro toraneke leşkerî li dar xistin.

Di merasîmê de endamê Desteya Rêveber a Partiya Yekitiya Suryan Efram Îshaq wiha axivî: "Ji destpêka şoreşa Sûriyê ve û heta niha gelek aliyên navneteweyî hewl didin li ser hesabên gelê me û hebûna me, berjewendî û armancên xwe pêk bînin."

Îshaq diyar kir ku ji destpêkê ve ewladên wan bi saya projeya serkeftî ya Rêveberiya Xweser ku her kesî digire nav xwe, parastina xak û herêmên xwe û jiyana hevbeş a di navbera pêkhateyan de dikin.

Efram Îshaq îşaret bi gefên dewleta Tirk a dagirker ên bi armanca tunekirina gelên di bin sîwana Rêveberiya Xweser de bi hev re dijîn, kir û got: "Gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê gelekî aştîxwaz e û dixwaze azad bijî. Gelê me dixwaze sîstema demokratîk xurt bike û di oxira wê de hemû pêkhateyan berdêl da."

Hevserokê Saziya Malbatên Şehîdan a Suryan Yaqûb Hanûn jî axivî û got ew îro du lehengan oxir dikin, yên ku di oxira jiyaneke bi rûmet de cane xwe feda kirin û li dijî hovîtiya artêşa Tirk a dagirker sekinîn.

Yaqûb Hanûn her wiha destnîşan kir ku dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li pêşberî çavên cîhanê û civata navneteweyî bi topbarana bejahî welatiyan dike armanc, lê dîsa jî li hemberî van binpêkirinên li dijî gelê herêmê bêdeng in.

Berdevkê Meclisa Leşkerî ya Suryan Matay Hena jî anî ziman ku armanca dewleta Tirk a dagirker ji gef û êrişên li ser gundên Suryan-Asûran, têkbirina hebûna vê pêkhateyê ye. Hena soza tolhildana şehîdan û rizgakirina herêmên Sûriyê yên ji aliyê artêşa Tirk a dagirker ve hatine dagirkirin, da.

Di dawiya merasîmê de endama Saziya Malbatên Şehîdan a Suryan Hesna Êlo nasnameya her du şehîdan xwend û radestî malbatên wan kirin. Piştre cenazeyên şehîdan li Goristana Şehîdên Suryan-Asur hatin veşartin.

(eh)

ANHA