Yekîtiya Êzidiyan a Helebê şehîd Mam Zekî Şengalî bi bîr anî

Yekîtiya Êzidiyan a Helebê di 4`emîn salevgera şehadeta wî de fermandar û pêşengê civaka êzidî Mam Zekî Şengalî bi bîr anî û soza berdewamkirina rêya wî nû kir. Her wiha da zanîn ku dagirkeriya Tirk wê nikaribe vîna êzidiyan bişkîne.

Yekîtiya Êzidiyan a Helebê şehîd Mam Zekî Şengalî bi bîr anî
15 tebax, 2022   11:56
HELEB

Yekîtiya Êzidiyan a bajarê Helebê bi daxuyaniyekê, şehîd Mam Zekî Şengalî (Îsmaîl Ozden) ku di 15’ê Tebaxa 2018’an de li Şengalê di encama êrişa hewayî ya artêşa Tirk a dagirker de li Geliyê Şilo şehîd bûbû, bi bîr anî.

Daxuyanî ji aliyê hevseroka yekîtiyê Yildiz Marko ve, bi amadebûna bi dehan êzidiyên li bajarê Helebê li pêşiya avahiya yekitiyê ya li rojavayê taxa Şêxmeqsûd hate xwendin.

Di destpêka daxuyaniyê de bal hat kişandina li ser şehadeta endamê Koordînasyona Civaka êzidî Mam Zekî Şengalî ku bi destê sîxur û ajanên dagirkeran hat şehîdxistin.

Daxuyaniyê wiha dewam kir: "Dijminê Tirk bi şehîdxistina Mam Zekî xwest îradeya civaka êzidî bişkîne, ji ber ku di nava êzidiyên Şengalê de kesayeteke fermandar û pêşneg bû."

Di daxuyaniyê de her wiha hate destnîşankirin ku hemû fermanên ku di dîrokê de li êzidiyan rabûne, xwestin destpêkê fermandarên ku ol û çanda kevnare ya êzdiyatiyê parastine, ji holê rakin û hat gotin: “Şehîdxisitna Mam Zekî ne kêmî êrişa DAIŞ'ê ya li ser Şengalê bû."

Her wiha bal hat kişandin li ser rêwîtiya Mam Zekî Şengalî ya bi têkoşîn û berxwedana li dijî xirabkirin û destdirêjiya li ser pîroziya civaka êzidî dagirtî ye û hat gotin: “Ji lew re, ew û hejmareke fermandarên wekî şehîd Zeredeşt Şengalî, Seîd Hesen û Merwan Bedel hatin şehîdxistin.

Êdî planên ku dijmin ji bo tunekirina nasnameya êzidiyan, ol û şaristaniya wan saz dikin, ji êzidiyan ve xuya ye.”

Daxuyanî bi nûkirina soza şopandina rêya şehîdên azadî û rûmetê heta pêknaîna serkeftinê û azadiya gelên bindest, bi dawî bû. 

ANHA