Dayikên Aştiyê yên bajarê Helebê Pêngava 15`ê Tebaxê pîroz kir

Dayikên Aştiyê yên bajarê Helebê bi daxuyaniyekê salvegera 38`emîn a Pêngava 15`ê Tebaxê pîroz kir û êrişên artêşa Tirk a dagirker ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê şermezar kirin.

Dayikên Aştiyê yên bajarê Helebê Pêngava 15`ê Tebaxê pîroz kir
15 tebax, 2022   11:38
HELEB

Bi boneya salvegera 38`emîn a Pêngava 15`ê Tebaxê, Dayikên Aştiyê yên taxa Şêxmeqsûd a Helebê daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de dayikan Pêngava 15`ê Tebaxê pîroz kir û êrişên dagirkeriya Tirk ên li ser herêmê şermezar kirin.

Dayika şehîd Şêrwan, Rexde Îbiş bi beşdariya bi dehan Dayikên Aştiyê li pêşberî Meclisa Malbatên Şehîdan a taxa Şêxmeqsûd daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de hate gotin: "Li dijî hemleya qirkirinê ya dewleta Tirk a dagirker li dijî gelê Kurd û gelê herêmê pêk tîne ku her saet li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê siyaseteke dijminane dide meşandin û bi wê re pîvanên mirovî û rêgezên navneteweyî binpê dike, em wekî Dayikên Aştiyê yên bajarê Helebê van êrişên hovane û kiryarên derexlaqî yên rejîma Tirk şermezar dikin.

Di heman demê de em wan êrişan wekî berdewamkirina planên dijminana yên Tirk ên li ser gel û pêkhateyên herêmê dibînin. Rejîma Tirk biryara êrişan û qetilkirina gelê me daye lewma ev bûyerên rojane pêk tên, sûcên li pêşberî çavên cîhanê pêk tên da ku çareseriyê asteng bike."

Di berdewamiya daxuyaniyê de hate diyarkirin ku ev êriş li ser tevahiya mirovahiyê ne û rêgezên cîhanê yên parastina mafên mirovan binpê dikin. Li ser vê bang li gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê hate kirin ku piştgiriya Rêveberiya Xweser a Demokratîk û QSD`ê bikin û destkeftî û rûmeta xwe biparêzin.

Her wiha salvegera 38`emîn a Pêngava 15`ê Tebaxê li rêber Abdullah Ocalan, mirovahiyê, gelê Kurd û malbatên şehîdan û hêzên leşkerî ku li eniyên şer in û hemû têkoşerên li çiyayên Qendîlê şer dikin, hate pîrozkirin.

Di dawiya daxuyaniyê de Dayikên Aştiyê sloganên "Bijî berxwedana gelên azad yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, na ji îxanetê re, bemire dagirkeriya Tirk û çeteyên wê" berz kirin.

(eh)

ANHA