​​​​​​​Komîteya Tenduristiyê li Dêrikê dewreyeke hemşîretiyê bi dawî kir

Komîteya Tenduristiyê ya Meclisa Navçeya Dêrikê bi çavdêriya Gerînendeya Tenduristiyê û tîmeke Nexweşxaneya Gel dewreyeke din a hemşîretiyê bi dawî kir.

​​​​​​​Komîteya Tenduristiyê li Dêrikê dewreyeke hemşîretiyê bi dawî kir
​​​​​​​Komîteya Tenduristiyê li Dêrikê dewreyeke hemşîretiyê bi dawî kir
​​​​​​​Komîteya Tenduristiyê li Dêrikê dewreyeke hemşîretiyê bi dawî kir
​​​​​​​Komîteya Tenduristiyê li Dêrikê dewreyeke hemşîretiyê bi dawî kir
​​​​​​​Komîteya Tenduristiyê li Dêrikê dewreyeke hemşîretiyê bi dawî kir
​​​​​​​Komîteya Tenduristiyê li Dêrikê dewreyeke hemşîretiyê bi dawî kir
​​​​​​​Komîteya Tenduristiyê li Dêrikê dewreyeke hemşîretiyê bi dawî kir
15 tebax, 2022   10:43
QAMIŞLO

Endamên Komîteya Tenduristiyê ya Meclisa Navçeya Dêrikê tev li şahiya derçûna kadroyên tenduristiyê ya li nexweşxaneya Dêrikê bûn.

Perwerdeyê 45 rojan dewam kir û berdaran dersên teorîk û pratîk ên li ser dermankirina birînan, sekinandina xwînê, destwerdanên bingehîn, siwarkirina sîroman û derziyan û hwd dîtin.

Di şahiyê de bawername li endaman hatin belavkirin û çavdêrê perwerdeyên Desteya Tenduristiyê ya Herêma Cizîrê Cegerxwîn Teqreq li ser girîngiya perwerdeyên hemşîretiyê axivî. Teqreq anî ziman ku çawa li Bakur û Rojhilatê Sûriyê rewşa awarte hate ragihandin, wan perwerdeyên destwerdanên bingehîn dan destpêkirin.

Cegerxwîn Teqreq diyar kir ku Komîteya Tenduristiyê li navçeya Dêrikê û gerînendeyê Nexweşxaneya Wetenî Dr. Qasim Xelef çavdêriya perwerdeyê kir û da zanîn ku beriya niha beşdar 90 rojan dihatin perwerdekirin, lê dema ji ber êrişên dewleta Tirk ên li ser herêmê rewşa awarte hate ragihandin, di 45 rojan de bi dawî bû.

Komîteya Tenduristiyê li Dêrikê heta niha 3 perwerde vekirine û derdora 100 welatî perwerde kirin. Tê payîn ku 20`ê Tebaxê li Nexweşxaneya Gel a Dêrikê Komîteya Tenduristiyê perwerdeyeke nû veke.

(eh)

ANHA