Rêveberiya kampa Holê: Bi hezaran DAIŞ`î li benda êrişên dewleta Tirk in ku xwe ji nû ve zindî bikin

Rêveberiya kampa Holê bi daxuyaniyekê hişyarî da ku bi hezaran malbatên DAIŞ`î yên li kampê li benda derfeteke guncaw in da ku careke din DAIŞ`ê zindî bikin. Her wiha da zanîn ku destwerdaneke dewleta Tirk a dagirekr a muhtemel dê herêmê bê îstiqar bihêle û alîkariya DAIŞ`ê dike ku careke din xwe bi rêxistin bikin.

Rêveberiya kampa Holê: Bi hezaran DAIŞ`î li benda êrişên dewleta Tirk in ku xwe ji nû ve zindî bikin
15 tebax, 2022   10:01
HESEKÊ

Rêveberiya kampa Holê li hundirê kampê ya li navçeya Holê ya kantona Hesekê daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de bandora êrişên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê û bi taybet li ser kampên ku malbatên çeteyên DAIŞ`ê lê bi cih bûne û hewl didin xwe ji nû ve ava bikin, hate destnîşankirin.

Hevseroka Rêveberiya Kampa Holê Cîhan Henan bi beşdariya endam û karmendên rêveberiya kampê daxuyanî xwend. Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku “rejîma Tirk bi rêya gefên bi hinceta parastina sînorê xwe gefan li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dixwe û hewl dide ewlehî û îstiqrara herêmê têk bibe.”

Hate diyarkirin ku êdî hincet û îdiayên dewleta Tirk ên ji bo berfirehkirina dagirkeriya xwe li Sûriyê û Rojhilata Navîn, her wiha piştgiriya ji rêxistinên terorîst ên li Sûriyê re ku projeya Rêveberiya Xweser a Demokratîk têk bibe, ji her kesî re eşkere bûye.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku artêşa Tirk bi balafirên bêmirov sivîl û nuqteyên leşkerî dike armanc û ev jî xetereyeke mezin li ser îstiqrara Bakur û Rojhilatê Sûriyê çêdike.

Di berdewama daxuyaniyê de hate gotin: "Bi hezaran malbatên rêxistina DAIŞ’ê yên li kampa Holê li benda derfeteke guncaw in ku ji nû ve DAIŞ’ê ava bikin, her wiha destwerdana Tirk ji herêmê re dihêle herêm bê ewlehî bimîne û ev jî destekê dide DAIŞ’ê ku li qada Sûriyê xwe bi rêxistin bike. Ev yek dibe ku çavdêriya li ser kampê qels bike û pê re jî bûyerên hewldanên reva ji kampê derkevin, di heman demê de mijûlbûna QSD`ê bi şerê li dijî dewleta Tirk jî lawaz bike û rêxistina DAIŞ`ê jî careke din şaneyên xwe zindî bike.”

Di daxuyaniyê de wiha hate domandin: "Em Rêveberiya Kampa Holê li hemberî ewlehî û selametiya niştecihên li kampê bi erka xwe radibin û wekî ku her kes dizane, li vê kampê gelek şaneyên DAIŞ`ê yên terorîst hene û mîna bombeya li ber teqînê ne."

Di dawiya daxuyaniyê de bang li civata navneteweyî û rêxistinên navneteweyî hate kirin ku ji bo parastina herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi erka xwe rabin.

(eh)

ANHA