​​​​​​​Dagirker dîsa gundê Bênê topbaran dikin û keşfên biçek li ser gund digerin

Artêşa Tirk a dagirker carek din gundê Bênê yên girêdayî navçeya Şêrawa ya kantona Efrînê ya dagirkirî bi çekên giran topbaran dike. Li asîmanê gund tevgera balafirên keşfê yên biçek ên dagirkeriya Tirk heye.

​​​​​​​Dagirker dîsa gundê Bênê topbaran dikin û keşfên biçek li ser gund digerin
15 tebax, 2022   07:54
ŞEHBA

Nûçegihanê me ji herêmê ragihand ku artêşa Tirk a dagirker piştî du saetan, di van kêliyan de carek din gundê Bênê yê navçeya Şêrawa topbaran dike.

Arêtşa Tirk a dagirker di saetên serê sibehê de jî gundê Bênê topbaran kiribû û nêzî 20 obîsan li derdora gund û dibistana wê ketibûn.

Di heman demê balafirên keşfê yên biçek ên dagirkeriya Tirk li asîmanê gund digerin.

(cx)

ANHA