Bîlançoya êrişên dagirkeriya Tirk li ser Minbicê piştî rizgarkirina bajêr ji DAIŞ`ê

Rizgarkirina Minbicê û avakirina rêveberiya wê ya xweser li xweşiya dewleta Tirk  a dagirker nehat, ji ber vê yekê ji dema rizgarkirinê û heta niha êriş dike û gefên dagirkirinê lê dixwe. Di encama van êrişan de 35 kes şehîd bûn û 85 kes jî birîndar bûn.

Bîlançoya êrişên dagirkeriya Tirk li ser Minbicê piştî rizgarkirina bajêr ji DAIŞ`ê
15 tebax, 2022   05:47
NAVENDA NÛÇEYAN – MEDYA HENAN

Bajarê Minbicê ji bo çeteyên DAIŞ'ê yên biyanî cihekî girîng bû û nuqteya derektina wan ji rojava bi rêya Tirkiyê ber bi Sûriyê ve bû da ku kiryarên terorîst lê pêk bînin.

Meclisa Leşkerî ya Minbicê bi piştgiriya QSD’ê di 1’ê Hezîrana 2016’an de pêngava rizgarkirina Minbicê ji çeteyên DAIŞ'ê ragihand. Pêngav di 12'ê heman salê de bi dawî bû û di 15'ê Tebaxa 2016'an de rizgarkirina Minbicê hate ragihandin. Ji wê dîrok ve herêm hate guhertin û bû nuqteya hevsengiyên hêzên li Rojhilata Navîn.

Di 6 salan de, êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk li ser bajêr û gundewarê wê ranewestîn, ku çemê Sacûr bûye wek sînoreke xwezayî di navbera Meclisa Leşkerî ya Minbicê û çeteyên dagirkeriya Tirk “Mertala Fitatê” de. Her wiha çeteyan bi dirêjahiya wê xetê satir danîn.

13 BAREGEHÊN LEŞKERÎ YÊN DEWLETA TIRK HATIN AVAKIRIN

13 Baregehê leşkerî yên dagirkeriya Tirk li gundên dagirkirî hatin avakirin, her wiha bi dehan noqteyên çeteyan jî hene. Piştî gefên Tirkiyê yên dagirkirina bajêr jî, êrişên çeteyên artêşa Tirk a dagirker ên li ser gundên Minbicê, Cerablus û Babê zêde bûne. Gundên ku rojane tên topbarankirin ev in: Hoşeriyê, Cat, Toxar, Masî, Ewn El Dadat, Erbai Kîlo, Musinlî, Ereb Hesen, Um Edese, Um Cilûd, Dendeniye, Seyade, Yalenlî, Qurt Wêran, Korhiyûk, Cebel El Hemra, Boxaz, Kawiklî, Til Torîn, Cub Mexzûm, Mezrat El Fewaris, Erîmr û Oseclî.

Li gor bîlançoya 6 salan a Meclisa Leşkerî ya Minbicê, artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ev herêm bi 5 hezar û 673 topan hedef girtine û 4 êrişên hewayî pêk anîne û ji baregehên xwe yên li gundên Qîrata, Toxar, Ewn El Dadat, Helwencî, Yaşlî, Şêc Nasir, Şiwêha, Olaşî, Zerzûr û Kirêdiye hezar û 423 caran topbaran kirine.

120 BIRÎNDAR Û ŞEHÎD

Di encama van êrişan de, 35 kes şehîd bûn û 85 kes jî birîndar bûn, di nav de jin û zarok hene,

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê bi 181 topan malên sivîlan kirin hedef û 18 mal rûxandine, her wiha bi sedan hektatên zeviyên çandiniyê şewitandine û tora kehrebeyê ya gelek gundên Minbicê ji xizmetê derxistine.

AVAHIYÊN XIZMETGUZARÎ Û PERESTGEHAN JI ÊRIŞAN NEFILITÎN

Her wiha li gor Meclisa Leşkerî ya Minbicê, artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê di êrişên xwe de avahiyên xizmetguzariyê û perestgeh kirin hedef, di encamê de dibistanek û mezrayek , her wiha du cihên olî hatin rûxandin.

OPERASYONÊN MECLISA LEŞKERÎ YA MINBICÊ

Her wiha Meclisa Leşkerî ya Minbicê di çarçoveya mafê parastina rewa de, 12 balafirên bêmirov ên biçek ên dagirkeriya Tirk anîn xwarê û 32 hewldanên sîzma yên dagirkeran têk birin, her wiha 35 çete hatin kuştin û 27 jî birîndar bûn.

(mh)

ANHA