​​​​​​​Jinên Reqayê li dijî êrişên dagirkeran soza berxwedanê da

Jinên li Reqa li dijî êrişên artêşa Tirk a dagirker ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê banga hevgirtinê bi QSD'ê re kirin. Her wiha banga girtina qada heweyî ya herêmê li ber sûcên dewleta Tirk kir.

​​​​​​​Jinên Reqayê li dijî êrişên dagirkeran soza berxwedanê da
15 tebax, 2022   05:58
REQA-ALA ELELÎ

Dewleta Tirk a dagirker armanc dike axa Sûriyê dagir bike ji ber wê bi hiceta “parastina ewlehiya xwe ya neteweyî ”êrişî herêmê dike. Naxazim di vê dawiyê de ku êrişên xwe bi rêya balafirên bê mirov ên çek zêde kirin. 

Têkildarî mijarê jinên ji bajarê Reqa ji ajansê re axivîn û êrişên dewleta Tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê red kirin.

Dua Xelef anî ziman ku dewleta Tirk a dagirker rojane bi balafirên bêmirov û topan êrişî herêmên wan dike û bi van êrişên xwe hewl dide îstiqrara li herêmê têk bibe ku bi saya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) pêk hatiye.

Dua Xelef piştgiriya xwe bi QSD`ê re anî ziman ku cîhan ji DAIŞ`ê xilas kir.

Dua bang li civata navneteweyî û rêxistinên mafên mirovan kir ku bi girtina qada hewayî ya herêmê bersiva qenciya şêniyên herêmê vegerînin ku DAIŞ tune kirin.

'DEWLETA TIRK JI BER SÛCÊN PÊK TÎNE, HESAB JÊ NAYÊ XWESTIN'

Xewla El Elî jî got dewleta Tirk a dagirker bi berdewamkirina êrişên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê hewl dide tevliheviyê di navbera gel de derxe da ku wan koçber bike û herêmê vala ji bo di dawiyê de bi hêsanî dagir bike.

Xewle El Elî diyar kir ku dewleta Tirk bi hiceta "parastina ewlehiya xwe ya neteweyî” û “avakirina herêma ewle" êriş dike û tu aliyên navneteweyî hesabê jê naxwaze ji ber sûcên li dijî herêmê pêk tîne.

Xewle El Elî wiha domand: “Gelo dewleta Tirk behsa kîjan ewlehiyê dike? Ji ber ku rojane li Efrîn û herêmên din ên dagirkirî welatî tîne revandin."

Her wiha Xewla El Elî ev li gotinên xwe zêde kir: “Em qebûl nakin ku herêmê me yên bi fedakariyên şehîdan û şervanên QSD`ê hatine rizgarkirin, werin dagirkirin.”

`BI ISRARA HÊZ Û CIWANÊN XWE EM Ê LI HEMBER TIRKIYÊ Û ÇETEYÊN WÊ BISEKININ`

Heyfa Muslim jî sûcên dewleta Tirk a dagirker ên li ser herêmê şermezar kirin û rave kir ku ew piştgiriya QSD`ê dikin û dê rêya şehîdan berdewam bikin ku ji bo parastina herêmê û rizgarkirina wê ji DAIŞ`ê canê xwe feda kir.

Heyfa Muslim Li dijî êrişên artêşa Tirk û çeteyên wê soza berdewamkirina têkoşînê da her wiha got: "Li hember êrişên Tirkiyê û sûcên wê ku li hemberên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dike, em ê bdeng nemînin. Bi hêz û israra şêniyên herêmê em li hemberî Tirkiyê û çeteyên wê bisekinin."

Heyfa Muslim di dawiyê de bang li civata navneteweyî kir ku qada hewayî ya herêmê bigire da ku bi ewle bijîn.

(eh)

ANHA