ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 15-08-2022

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 15-08-2022
14 tebax, 2022   23:00

-Çalakiya konvendanê ya "Kanî dadmendiya we?" ku ji aliyê HPC-JIN û Kongra Star ve hatiye lidarxistin, di roja 4'emîn de li ber avahiya NY'yê ya li bajarê Qamişlo dewam dike, saet 10:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Bi diruşma "Bi rihê 15'ê Tebaxê em ê xiyanet û dagirkeriyê têk bibin", Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê şahiyekê li Hola Seyran a navçeya Amûdê li dar dixe, saet 18:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Meclisa Tenduristiyê ya navçeya Dêrikê û Nexweşxaneya Wetanî bawernameyên dirçûnê ya perwerdeya destwerdana lezgîn li kesên ku tev li perwerdeyê bûne, belav dike, saet 10:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Meclisa Navçeya Til Hemîsê şehîd Mahsûm Korkmaz (Egîd) li navenda çandê bi bîr tînin, saet 10:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Yekitiya Jinên Ciwan bi boneya salvegera Pêngava 15'ê Tebaxê şahiyekê li Qada Azadî ya Tirbespiyê li dar dixe, saet 19:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Şêniyên Dêrikê salvegera 38'an a Pêngava 15'ê Tebaxê li parka Dîcle pîroz dikin, saet 18:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Rêveberiya Kampan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, têkildarî rewşa kampan, zêdebûna bûyerên qetilkirinê û çalakiyên şaneyên DAIŞ'ê civîneke çapemeniyê li Kampa Holê li dar dixe, saet 11:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Şêniyên Hesekê du şehîdên Meclisa Leşkerî ya Suryanî li Goristana Şehîdên Suryan Asûr a bajarê Hesekê oxir dikin. Merasîmê oxirkirinê ji aliyê Saziya Malbatên Şehîdan a Suryan Asur û Meclisa Leşkerî ya Suryanî ve tê lidarxistin, saet 10:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Şêniyên bajarê Hesekê salvegera Pêngava 15'ê Tebaxê li qada Suryan a bajar pîroz dikin, saet 18:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Şêniyên navçeya Til Temirê salvager Pêngava 15'ê Tebaxê li Xwaringeha Xeyma pîroz dikin, saet 17:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Şêniyên navçeya Dirbêsiyê salvegera Pêngava 15'ê Tebaxê li Baxçeyê Şehîd Zevîn pîroz dikin, saet 18:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Bi diruşmeya "Bi berxwedana gelê me û îsrara hêzên me û xwîna şehîdan me me teror têk bir û serkeftin misoger kir" Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Minbic û gundewarên wê şahiya salvegera 6'an a rizgarkirina Minbic ji çeteyên DAIŞ'ê li dar dixe, saet 18:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Hevserokê Meclisa Navçeya Dirbêspiyê û endamê rêveber ê şaneya aloziyê Rustem Bekir diyar kir ku wan amadekariyên xwe yên li gorî rewşa awarte di hemû aliyan de bi dawî kirine. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Jinên li Reqa li dijî êrişên artêşa Tirk a dagirker ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê banga hevgirtinê bi QSD'ê re kirin. Her wiha banga girtina qada heweyî ya herêmê li ber sûcên dewleta Tirk kir. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Rizgarkirina Minbicê û avakirina rêveberiya wê ya xweser li xweşiya dewleta Tirk  a dagirker nehat, ji ber vê yekê ji dema rizgarkirinê û heta niha êriş dike û gefên dagirkirinê lê dixwe. Di encama van êrişan de 35 kes şehîd bûn û 85 kes jî birîndar bûn. (BI WÊNE).

- Cîgira hevseroketiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Minbicê, diyar kir ku rizgarkirina Minbicê destpêka damezirandina projeya demokratîk li deverên ku ji DAIŞ’ê hatine rizgarkirin bû. (BI WÊNE Û DÎMEN).

DOSYA

- Bajarê beriya zayînê heya niha di qonaxên herî zehmet wekî dagirkirina ji aliyê deshilatdariya qiralê Şalmaneser 3`an ve, êrişa Mogol, dagirkirina Osmaniyan, desthiladariya rejîma Baas, dagirkirina DAIŞ derbas bûn ku heya ber bi xweseriyê ve hat. Niha jî neviyên Osmaniyan dîsa dixwazin bajarê berxwedêr têxin nav qonaxeke xetertir, lê çawa ku dîrok wan binxistî nivîsand wê vê dema heyî jî wiha binivîsîne. (BI WÊNE).

RAPOR

- Di demekê de ku gelê Kurd ji ber binkeftina şoreş û serhildanên ku pê rabûne bêhêvî bûn û di komkujiyên hovane re derbas bûn bû, şoreşeke nû bi fikir û felsefeya rêber Abdullah Ocalan dest pê kir. Vê şoreşê Kurd ji bin gorê, têlan û dîwaran rakir. (BI WÊNE Û DÎMEN).

JIN

Bi armanca piştgiriya hewldanên xurtkirina rola jinan di qada hunerê de û vejandina hunera dayîka xwedawend Tevgera Hîlala Zêrîn a Çand û Hunerê ya Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi dirûşma “Huner şerê hebûn û azadiyê ye”, Yekemîn Festîvala Jin a Şehîd Berçem a Çand û Hunerê li dar xist. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANALÎZ

- Pêngava 15`ê Tebaxê ji bo Tevgera Azadiya Kurd xaleke werçerxî û ji bo Tekoşîna Rizgariya Neteweya Kurdistanê destpêka nivîsandina dîrokeke nû ye. Bi dayîna biryardayîna tekoşînê û pêngava çalak wateya wê ya daye dîrokê gelek girîng e. Ji bo ku pêşî ye jî divê li ser were sekinandin. Wek ku Rêber Apo gotibû ”Ev ji bo vejîna gelekî derketineke girîng e. Bersiva herî bi wate ye ku li hember faşîzma 12`ê Îlonê, zilmê û îşkenceyê hatiye dayîn.”

- Di dema ketina împaratoriya Osmaniyan de her xwestina mafekî di aliyê rêveberên demê de wekî “xencerê ji piştê ve” dihate binavkirin. Le belê yê ku ev xencer di pişta xwe de hîs dikir gelên heremî û nûnerên wan bûn.

ANHA