​​​​​​​Pêşwazîkirina 15`ê Tebaxê-Rauf KARAKOÇAN

​​​​​​​Pêşwazîkirina 15`ê Tebaxê-Rauf KARAKOÇAN
15 tebax, 2022   00:25

Pêngava 15`ê Tebaxê ji bo Tevgera Azadiya Kurd xaleke werçerxî û ji bo Tekoşîna Rizgariya Neteweya Kurdistanê destpêka nivîsandina dîrokeke nû ye. Bi dayîna biryardayîna tekoşînê û pêngava çalak wateya wê ya daye dîrokê gelek girîng e. Ji bo ku pêşî ye jî divê li ser were sekinandin. Wek ku Rêber Apo gotibû ”Ev ji bo vejîna gelekî derketineke girîng e. Bersiva herî bi wate ye ku li hember faşîzma 12`ê Îlonê, zilmê û îşkenceyê hatiye dayîn.”

YEKEM GULEYA LI HEMBER TARÎTÎYA 12`Ê ÎLONÊ HATIYE AVÊTIN

Pêngava 15 ‘ê Tebaxê çalakiyên ku rêya tekoşîna hêvîyên serkeftinê, mizgîniya xilasbûna neteweyî û tekoşîna li hember mêtînkariyê eşkere dike ye. Çalakiyên Dihê û Şemzînanê dema ku li gor şertên demê tê nirxandin, avakirina rihê berxwêdêr ê ji bo gel rola xwe ya dîrokî daye nîşandan. Yekem guleya ku li hember faşzîma 12`ê Îlonê hatiye avêtin û di heman demê de jî gule berdana ku ji dîroka vajî ya Kurdan re hatiye avêtin e.

Di pêşwazîya 15`ê Tebaxê de li gor wate û rihê roj bicîhanîna berpirsiyariya dîrokî gelekî girîng e. Niha li hember me ji rejîma 12`ê Îlonê betertir dijminek heye. Em di nava şerekî îmhakirinê yê topyekûn de ne. Ji bo ku hemû destkeftiyên Pêngava 15’ê Tebaxê ji holê rabin, gelek êrîş têne kirin. Rêber Apo di bin şertên giran de tê ragirtin.

Qadên Parastinê yên Medyayê di dîroka tekoşînê de di bin êrîşên herî giran de ye. Di herêmeke fireh de  êrîşên SÎHA`yan bênavber berdewam in û tê xwestin ku Şoreşa Rojava were tesfîyekirin. Biqasî ku em di ferqa serkeftin û serfiraziyê de ne, divê em di ferqa xeteriyê de bin jî.

Desthilata faşîst ya AKP-MHP’ê ji bona ku Tevgera Azadiya Kurdistanê tesfiye bike bi hêzên global re tifaqan çêdike û piştgiriya navneteweyî digere. Dijminahiya Kurdan di her qada jiyanê de belav kir û derxistiye asta herî jor. Em di pêvajoyeke wiha de pêşwazîya 15’ê Tebaxê dikin.

RUHÊ BERXWEDANÊ YÊ LI ZAP, AVAŞÎN Û METÎNAYÊ

Di ser 15’ê Tebaxê re 38 sal derbas bûn. Gelek destkeftî hatin bidestxistin. Çawa ji rejîma faşîst a 12`ê Îlonê re bersivek bi wate hat dayîn, li hember têkbirina faşîzma AKP-MHP’yê pêdivî bi rihê 15’ê Tebaxê heye. Vî rihî em niha li Zap, Metîna û Avaşînê dibînin. Li hember hemû teknîkên pêşketî, çekên kîmyawî, êrîşên hewayî jî gerîla berxwedaneke bi heybet li hember dijmin rave dike.

Cejnên rastiyên gelan ev rojên wiha ne. Keda serkeftin û tekoşînê dibin nirxên hevpar ji bo gelan. Di pergalên desthilatdar de ji bona ku li hember faşîzmê, mêtingarîyê û her cûreyê paşverûtiyî bisekinin pêdivî bi hevkariya tekoşîna gelan heye.

FERMANA 73`AN A ÊZÎDIYAN ROJA HERÎ BI XWÎNE!

Ji aliyekî ve şahiya Pêngava 15’ê Tebaxê heye, li aliyekî din jî xemgîniya havelên me yên ku îroj şehîd ketine heye. Îro 5`emîn salvegera şehadeta pêşengê herî girîng ê civaka Êzidî Şehîd Mam Zekî Şengalî ye. 15’ê Tebaxê her wiha roja herî bi xwîn a salvegera 73. Fermana Êzîdiyan e jî. Hemû mêrên gelê Koço yê ku di dorpêça DAIŞ’ê da mabûn hatin qetilkirin. Jin û zarok wek xenîmetên şer hatin revandin. Mam

Zekî ku ji bona salvegera qetlîama gelê Koço diçû gundê Koço di vegerê de rastê êrîşa dewleta Tirk a bi SÎHA`yê hat û şehîd ket.

DU HESTÊN CUDA YÊN KU DIKEVIN ROJA HERÎ BI WATEYA DÎROKÎ

Em di roja herî bi dîrokî de bicîhkirina du hestên cuda re rûbirû dimînin. Du salvegera 15’ê Tebaxê de her çiqas bûyerên bi êş hatibin jiyîn û windahiyên mezin jî çêbûbûn jî destkeftîyên wî bûne malê gel. Coşa vê rojê bîrxistin divê ev ev roja girîng bê femkirin û di pratîk de jî pêwîstiyên wê were bi cih anîn.  Ji xwe bi awayekî din mirov nikare xwedî lê derbikeve. Bi pêngava 15’ê Tebaxê bersiva pêvajoyekî hat dayîn ku bi serkeftî bû. Ji dijmin re tenê bersivekî esasî nehat dayîn, her wiha sernivşîva gelê Kurd jî hatiye sekinandin.

Ev rewşa wekhev divê bibe pêvajoya ziman û çalakîyên nû. Xilasbûna gelên heremê, avakirina civakekî nû, xweparastin, daxwaz û îrade ya jîyanê deyndarê 15’ê Tebaxê ye.

Di şexsê fermandarê Pêngava 15’ê Tebaxê hewrê Egîd (Mahsum Korkmaz) de hemû şehîdên şoreşê bi rêzdarî bibîr tînin, cejna berxwedanê ya gelên xwe ya 15 Tebaxê pîroz dikin.

ANHA