Şehîd Necim El Mihêmîd li goristana Şedadê hate oxirkirin

Bi dehan şêniyên Dêrazorê û herêma başûrê Hesekê cenazeyê şervanê Meclisa Leşkerî ya Dêrazorê Necim El Mihêmîd ku 9`ê Tebaxê dema erka xwe pêk dianî şehîd bûnû, li goristana Şehîdan a Şedadê oxir kir.

Şehîd Necim El Mihêmîd li goristana Şedadê hate oxirkirin
Şehîd Necim El Mihêmîd li goristana Şedadê hate oxirkirin
Şehîd Necim El Mihêmîd li goristana Şedadê hate oxirkirin
Şehîd Necim El Mihêmîd li goristana Şedadê hate oxirkirin
Şehîd Necim El Mihêmîd li goristana Şedadê hate oxirkirin
Şehîd Necim El Mihêmîd li goristana Şedadê hate oxirkirin
Şehîd Necim El Mihêmîd li goristana Şedadê hate oxirkirin
Şehîd Necim El Mihêmîd li goristana Şedadê hate oxirkirin
14 tebax, 2022   12:19
HESEKÊ

Girseya gel li pêşiya Nexweşxaneya Şehîd Sarya ya li bajarê Hesekê kom bûn û ber bi goristana Şehîdan a li Şedadê ve çû.

Li wir şervanên QSD`ê toraneke leşkerî li dar xistin, piştre endamê rêveber ê Meclisa Malbatên Şehîdan a bajarokê Sor ê Dêrazorê Xeys El Îbrahîm axivî û şehîdên ku bi xwîna xwe efsaneyên lehengiyê nivîsandine, silav kir.

El Îbrahîm diyar kir ku îro şehîdekî din ê Meclisa Leşkerî ya Dêrazorê oxir dikin û got: "Şehîdan tekez kir ku berxwedan navnîşana wan e û serkeftin armanca wan e."

Ji fermandarên Meclisa Leşkerî ya Dêrazorê Seîd El Xerîb jî wiha axivî: “Îro em lehengekî din ji lehengên meclisê ku dema bi erka xwe ya leşkerî radibû ji aliyê xayinan ve hate şehîdxistin, oxir dikin.

Her wiha Seîd El Xerîb anî ziman ku şehîd Necim El Mihêmîd ji bo gelê xwe bi aramî bijîn, canê xwe feda kir, lewma ew ê heta pêkanîna serkeftinê şopdarên rêya wan bin.

El Xerîb destnîşan kir ku wan bi armanca pêkanîna projeya demokratîk û azad de ji hemû pêkhateyan bi hezaran şehîd dane, li hemberî vê berxwedaniyê jî her kes şerê vî kirî dike û hewl dide wê têk bibe nexasim dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê.

Di dawiyê de endamê Meclisa Malbatên Şehîdan Deham Ferec nasnameya şehîd xwend û radestî malbatê kir. Şehîd bi slogananên dilsozya bi şehîdan re hate veşartin.

(eh)

ANHA