Li Kobanê yekem dewreya perwerdeya destwerdana lezgîn bi dawî bû

Rêveberiya Nexweşxaneya Emel a bajarê Kobanê bi sponseriya Desteya Tenduristiyê, yekemîn dewreya perwerdeya pratîkî ya destwerdanên lezgîn ji şêniyên kantona Kobanê re bi dawî kir.

 Li Kobanê yekem dewreya perwerdeya destwerdana lezgîn bi dawî bû
14 tebax, 2022   12:25
KOBANÊ

Desteya Tenduristiyê bi hevkariya Heyva Sor a Kurd û Nexweşxaneya Emel a Taybet, perwerdeyên destwerdana lezgîn ji bo rewşên şer, zêdetir kirin.

Ev perwerde di çarçoveya rewşa awarte de pêk tên ku Rêveberiya Xweser di 6’ê Tîrmeha borî ragihandindibû. Bi sedan malbat û endamên saziyên sivîl ên kantona Kobanê perwerdehiyên teorîk û pratîk li ser destwerdana lezgîn dibînin.

Îro 15 endamên Nexweşxaneya Emel a taybet yekem dewreya perwerdeya pratîkî ya destwerdana lezgîn ku 15 rojan dom kir, bi dawî kirin.

Yek ji kesên ku perwerdeyê dibînin Hisên Bîlal dibêje ku wan di nava 15 rojan de dersên teorîk û pratîk standine û got: "Me ji vê korsê gelek sûd wergirt û niha em dikarin her rewşa awarte ya tenduristiyê derman bikin."

Ji aliyê xwe ve endamê meclisa rêveber a nexweşxaneya Emel, Cemal Bekir got: "Pêwîste keç û xortên li bajar perwerdeya destwerdana lezgîn werbigirin da ku di şer û qezayan de mirovan rizgar bikin. Em amade ne ku hejmareke baş ji welatiyan perwerde bikin."

Heyva Sor a Kurd li herêma Firatê, ji ber rewşa awarte ya ku Rêveberiya Xweser li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ragihandiye, vekirina korsên nû ji bo dayîna dersên teorîk ên destwerdana lezgîn li kantona Kobanê didomîne.

ANHA