PYD: Pêngava 15`ê Tebaxê feraseta jiyana azad û bingeha şoreşa civakî ye

PYD`ê salvegera 38`emîn a Pêngava 15`ê Tebaxê li rêber Abdullah Ocalan, malbatên şehîdan û hêzên leşkerî pîroz kir û tekez kir ku ruhê ku biryardariya 15`ê Tebaxê afirandiye, îro biryardariya serkeftinê ya şoreşgerên azadiyê li tevahiya herêmê afirandiye.

PYD: Pêngava 15`ê Tebaxê feraseta jiyana azad û bingeha şoreşa civakî ye
14 tebax, 2022   12:12
NAVENDA NÛÇEYAN

Bi bongeya salvegera 38`emîn a Pêngava 15`ê Tebaxê, Meclisa Giştî ya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) daxuyaniyek da raya giştî. Di daxuyaniya PYD`ê de hat gotin:

“Em salvegera 38`emîn a Pêngava 15`ê Tebaxê, roja vejînê ya gelê Kurd û gelên Kurdistanê di serî de li rêber şoreşa mirovahiyê rêber Abdullah Ocalan, malbatên şehîdên azadî û rûmetê û hêzên leşkerî û şoreşger ên li dijî faşîzmê tê dikoşin, li hemû şoreşgerên azadiyê pîroz dikin.

Ev boneya ku di kesayeta fermandarekî leşkerî de hat rûnişkandin, ku di xwe de hemû nirxên mirovahiyê çandin, îro bûye minareyek di dîroka gelên herêmê de û feraseteke şoreşgerî ber bi azadî û demokrasiyê ve.

Pêngava 15`ê Tebaxê ku di aliyên têkoşîna fikirî, siyasî û leşkerî de xwedî wate û navarok e, êdî bûye teoriyek ji teoriyên dibistana fikrî ya demokratîk a rêber Ocalan, ku sînorên cografî û nasnameyatî yên gelên Rojhilata Navîn û cîhanê derbas kir.

Ruhê ku biryardariya Pêngava 15`ê Tebaxê afirandiye, îro biryardariya serkeftinê ya şoreşgerên azadiyê li tevahî herêmê afirandiye. Ev ruh êdî bingeha feraseta jiyana azad û bingeha şoreşa civakî û şoreşa jinan e. Her wiha zemînê civaka demokratîk ya li gorî pîvanên navneteweya demokratîk e. Di demekê de ku rejîma desthilatdar a faşîst ber bi dawîbûnê ve diçe, berxwedana gelên şoreşger gihîştiye lutkeyê û ji her demê zêdetir îro nêzî azadî û demokrasiyê ne. Li ser vê esasî divê em zêdetir girêdayî fikr û felsefeya Pêngava 15`ê Tebaxê bin û xwe tê de kûr bikin. Em car din salvegera Pêngava 15`ê Tebaxê li rêber Abdullah Ocalan, şoreşgerên azadiyê, gelên Kurdistanê û tevahî gelên şoreşger ên Sûriyê pîroz dikin.”

(cx)