Dagirkeriya Tirk gundê Şêx Elî yê Til Temirê topbaran dike

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê di van kêliyan de gundê Şêx Elî yê bakurê navçeya Til Temirê topbaran dike.

Dagirkeriya Tirk gundê Şêx Elî yê Til Temirê topbaran dike
14 tebax, 2022   06:44
 HESEKÊ

Nûçegihanê me ji herêmê ragihand ku artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê di van kêliyan de gundê Şêx Elî yê di navbera navçeya Til Temir û navçeya Zirganê de bi çekên giran topbaran dike.

Ta niha agahiyên li ser encamên topbaranê nehatine bidestxistin.

(cx)

ANHA