Rîm Idrîs: Dewleta Tirk jinên pêşeng dike hedef da ku şoreşa me têk bibe

Endama Meclisa Giştî ya Jinan a PYD`ê Rîm Idrîs destnîşan kir ku ji ber destkeftî û serkeftinên ku jinan li Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk anîne, dewleta Tirk a dagirker fermandarên YPJ`ê dike hedef. Her wiha banga hevgirtinê li hemberî êrişan li pêkhateyên herêmê kir.

Rîm Idrîs: Dewleta Tirk jinên pêşeng dike hedef da ku şoreşa me têk bibe
14 tebax, 2022   06:02
REQA-ALA EL ELÎ

Dewleta Tirk a dagirker êrişên xwe yên bi rêya balafirên bêmirov ên biçek li dijî kesayetên welatparêz û fermandarên ku roleke mezin di tunekirina DAIŞ`ê de li herêmê lîstine, didomîne.  Ev yek di êrişa dawî ya li dijî fermandarên Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) û Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) de eşkere bû.

Di 22`yê Tîrmehê de dewleta Tirk a dagirker bi rêya balafirek bêmirov a biçek fermandara Yekîneyên Antî Terorê (YAT) Jiyan Tolhildan, fermandara YPJ`ê Roj Xabûr û şervana YAT`ê Barîn Botan dema ji Foruma Yekemîn a Şoreşê ya Jinan vedigeriyan li ser rêya Qamişlo kir hedef.

Fermandar Jiyan Tolhildan, di odeya operasyonên hevbeş a li gel Koalîsyona Navneteweyî  ya li dijî DAIŞ`ê de cih girt, xwedî dîrokeke bi serkeftinan dagirtî ye. Jiyan Tolhildan tev li pêngavên parastina Serêkaniyê yê sala 2012`an û 2013`an, rizgarkirina Kobanê sala 2014-2015`an, pêngava rizgarkirina Minbicê sala 2016`an bûye. Her wiha sala 2017-2018`an çavdêriya hêzên leşkerî li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê kir. Dîsan di pêngavên rizgarkirina Baxoz ji DAIŞ`ê û tunekirina şaneyên DAIŞ`ê liKampa Holê de sala 2019`an cih girt. 

DAGIRKERIYA TIRK JINÊN PÊŞENG DIKE HEDEF DA KU DESTKEFTIYÊN JINAN TÊK BIBE

Endama Meclisa Giştî ya Jinan a Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Rîm Idîrs têkildarî mijarê wiha axivî: “Şehîdxistina fermandar Jiyan, Barîn û Roj ji aliyê dewleta Tirk ve, peyameke diyar li ser hedefgirtina jinan li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye. Ev bi giştî ji ber rola wan a çalak û rastîn di şoreşê de ye.”

Rîm Idrîs fedakariyên jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê yên ji bo rizgarkirina jinan ji çeteyên DAIŞ`ê silav kir û got: “YPJ`ê roleke çalak û bibandor di hemleyên rizgarkirinê ji DAIŞ`ê de lîst. Dewleta Tirk a dagirker van jinan dike hedef da ku van destkeftiyan têk bibe. Lê em ê heta pêkanîna serkeftinê li ser şopa wan bin.”

Endama Meclisa Giştî ya Jinan a PYD`ê êrişan û bêdengiya civata navneteweyî li hember van sûcan şermezar kir û got: ''Ev bêdengî nîşan dide ku ew ne li dijî van sûcan e. Lê belê diyar dike ku di komployên li dijî herêmê de şirîk e.”

Rîm Idrîs daxuyand ku Erdogan bi hemû hêza xwe hewl dide fikr û projeya neteweya demokratîk a bi saya wê herêm rizger bûn, tune bike û ev li gotinên xwe zêde kir: “Em ne tenê bi xeteriya dijminê Tirk re rû bi rû ne lê belê li hundir jî xeteriyeke din heye ew jî ya şaneyên û alîgirên dagirkeriya Tirk e.”

`EM DIKARIN LI HEMBER KOMPLOGERAN BISEKININ`

Her wiha Rîm Idrîs diyar kir ku gelê herêmê xeteriyên dewleta Tirk a dagirker a li ser herêmê dizanin û got: “Em dikarin li hember hemû komplogeran bisekinin. Jin, mêr, zarok û kesên temenmezin dê li hember wan bendeke asê bin.

Rîm Idrîs destkeftiyên jinan di Şoreşa 19`ê Tîrmehê de bi bîr xistin û got: “Jin roleke pêşeng list, civak bi rêve dibe, xwedî biryar, helwest e û dikare destkeftiyên din pêk bîne. Ev mijar êdî dijberên azadiya jinan aciz dike, ji ber wê divê jin hazir bin û tev li avakirina civakê bibin.”

`DIVÊ JIN BIBIN YEK`

Rîm Idrîs gavên ku divê jin bavêjin da ku têkoşîna xwe mezin bikin wiha diyar kirin: “Ji bo rizgarkirina jinan divê em têkoşînê mezin bikin, li hember hemû cureyên tundiyê tê bikoşin, nêrîna xwe ya siyasî bikin yek, kar û xebatên xwe li her derê bikin yek, di aliyê fikrî û îdeolojî de hişyarbûnê zêde bikin. Erkê YPJ`ê ye ku ne tenê ji bo jinan lê belê ji bo herêmê bi giştî şer bike û tê bikoşe.”

Her wiha Rîm Idrîs destnîşan kir ku divê rêbazên şerê gel ê şoreşgerî werin bipêşxistin û wiha pê de çû: “Ji me pir tê xwestin. Divê em erkê xwe bînin cih. Ji ber wê şerê bi hedefgirtina fermandaran û welatparêzan destpê kir. Gelê Sûriyê û Bakur û Rojhilatê Sûriyê amade ye li hember komplogeran bisekinin û ewlehiya xwe biparêzin. Lew re divê em dest bi dest serkeftinê pêk bînin û axa xwe rizgar bikin.”

Rîm Idrîs di dawiyê de bang li civata navneteweyî û rêxistinên mafên mirovan kir ku qada hewayî ya herêmê bigirin ji ber dewleta Tirk bi hiceta parastina ewlehiya xwe ya neteweyî, sûcan li herêmê pêk tîne, gelê ewle dike hedef û ewlehiya herêmê têk dibe.

(dm)

ANHA