Çalakiyên bersivdayînê yên HRE`yê: 6 dagirker hatin kuştin, 7 dagirker jî birîndar bûn

Di çalakiyên Hêzên Rizgariya Efrînê yên li dijî artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li herêmên Bab û Marê li dar xistine de, 3 leşkerên Tirk ên dagirker û 3 çete hatin kuştin, 7 dagirker jî birîndar bûn.

Çalakiyên bersivdayînê yên HRE`yê: 6 dagirker hatin kuştin, 7 dagirker jî birîndar bûn
14 tebax, 2022   08:17
NAVNEDA NÛÇEYAN

Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) têkildarî çalakiyên hêzên wan ên di çarçoveya parastina rewa de li dijî artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li heremên Bab û Marê yên bakurê Helebê li dar xistine, daxuyaniyek da.

Têkildarî encamên çalakiyên bersivdayîn, HRE`yê ev agahî parve kirin:

“Di roja 11’ê Tebaxê de, li herêma Marê di encama çalakiyekê de 3 çete hatin kuştin, 2 çete birîndar bûn. Her wiha seyareyek Jîp hat rûxandin.

Di roja 12’ê Tebaxê de, li herêma Babê li hember baregeheke artêşa Tirk a dagirker çalakiyek hat lidarxistin. Di encama vê çalakiyê de 3 leşkerên dagirker hatin kuştin, 5 leşker jî birîndar bûn.

Di encama van çalakiyên 2 rojan de bi giştî 3 leşker û 3 çete hatin kuştin, 5 leşker û 2 çete jî birîndar bûn.”

(cx)