ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 14-08-2022

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 14-08-2022
13 tebax, 2022   23:00

-Şêniyên navçeya Şedadê cenazeyê şehîdê QSD'ê Necim Ebdullah El Mihêmîd li Goristana Şehîdên Şedadê vedişêrin, saet 09:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Çalakiya konvedanê ya "Kanî dadmendiya we?" ya ku ji aliyê HPC-JIN û Kongra Star li ber avahiya NY`yê ya li Qamişloyê hatiye lidarxistin, di roja 3'yemîn de dewam dike, saet 10:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- QSD’ê, ragihandibû ku di çarçoveya “Operasyona Sondê” de sîxûrên ku bi MÎT’ê re dixebitin û di şehîdxistina gelek şervan û hemwelatiyan de rol lîstine, hatine girtin. Lixwemikûrhatina hinek ji van sîxûran di Ronahî tv de hate weşandin. Bi taybetî sîxûrê bi navê Yûsif û hevjînên wî ku li Til Temirê bûne sedema şehîdxistina şervan û fermandarên QSD’ê hate weşandin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Berdevkê Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûriyê Îbrahîm Şêxo destnîşan kir ku dewleta Tirk a dagirker yek ji dewletên herî girîng e ku piştevaniya hikumeta Şamê dike dema berê aloziya Sûriyê li dijî gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê hate guhertin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Endamê Desteya Rêveber a Partiya Nûjen a Demokratîk a Sûriyê diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker hewl dide projeya demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyê têk bibe da ku herêmên din ên Sûriyê dagir bike û bang li gelên herêmê kir ku li dijî êrişên dagirkeriyê bibin yek û li ber xwe bidin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

CÎHAN

- Daxuyaniyên Tirkiyê yên der barê lihevhatina opozîsyona Sûriyê û rejîmê de wekî derbeyekê li pişta opozîsyonê hat wesifandin.  Di demekê de ku nakokî di navbera Sedr û Malikî de zêde bûn, aliyên siyasî yên iraqî jî avakirina hikumeteke demkî bi serkêşiya Kazimî nîqaş dikin.

- Ji salan ve Lubnan di nava krîzên aborî û siyasî de ye, lê îro di merheleyeke nû ya krîzên darayî û aborî de ye ku gefan li îstîqrara welat dixwe.

JIN

- Endama Meclisa Giştî ya Jinan a PYD`ê Rîm Idrîs destnîşan kir ku ji ber destkeftî û serkeftinên ku jinan li Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk anîne, dewleta Tirk a dagirker fermandarên YPJ`ê dike hedef. Her wiha banga hevgirtinê li hemberî êrişan li pêkhateyên herêmê kir. (BI WÊNE Û DÎMEN).

HEVPEYVÎN

- Aldar Xelîl "Pêngava Sondê" ya ku QSD'ê li dijî sîxûr û ajanan ragihandiye pîroz kir û banga parastina destkeftiyên Şoreşa 19'ê Tîrmehê kir. Xelîl anî ziman ku Enqere dixwaze careke din têkiliyên xwe bi Şamê re vegerîne da ku dest bi pêvajoyeke nû ya qirkirinê bike. (BI WÊNE Û DÎMEN).

RAPOR

- Ji destpêka damezirandina pergala netewdewletê ya li ser dûrxistina aliyê din ava bûye, piştre pergala kota ya taîfî û mezhebî, aloziyên siyasî, civakî û jiyanî li Iraqê bê çareserî û tevî hemû însiyatîfên xwecih û navneteweyî berdewam in. Gelo çareserî çi ye?

ANALÎZ

- Nirxandin û pênasekirina Pêngava 15’ê Tebaxê gelekî girîng e ku em di salvegera wê ya 38’an de careke din pîroz dikin. Belkî jî heta niha hemû tiştên ku divê der barê vê serkeftinê de bên gotin, hatine gotin. Ji ber rola ku hem di warê dîroka Kurdistanê de û hem jî di dîroka tevgera azadiyê ya Kurdistanê de lîstiye, yek ji tevgerên herî girîng e ku di diyarkirina hemû serdemên piştre de û bi pêvajoyên ku dane destpêkirin, bi bandor bûye.

ANHA