Li Hesekê şahiya Cejna Vejînê

Bi vexwendnameya Yekitiya Jinên Ciwan şêniyên Hesekê tev li şahiya pîrozkirina salvegera Pêngava 15`ê Tebaxê bûn.

Li Hesekê şahiya Cejna Vejînê
Li Hesekê şahiya Cejna Vejînê
Li Hesekê şahiya Cejna Vejînê
Li Hesekê şahiya Cejna Vejînê
Li Hesekê şahiya Cejna Vejînê
Li Hesekê şahiya Cejna Vejînê
13 tebax, 2022   20:38
HESEKÊ

Yekitiya Jinên Ciwan bi boneya salvgera Pêngava 15`ê Tebaxê şahiyek li dar xist. Bi sedan şêniyên bajarê Hesekê, endamên saziyên sivîl û leşkerî û Yekîneyên Parastina Gel (YPG û YPJ) tev li şahiyê bûn.

Di şahiyê de, endama Yekitiya Jinên Ciwan Mîdya Ebdurehman axivî û behsa girîngiya vê rojê kir ku bû sedema xilasiya ji koletî û zulmê û şopandina rêya serkeftin û azadiyê.

MîdyaEbdurehman destnîşan kir ku di vê rojê de guleya yekemîn hat teqandin û bû sedem ku ciwanên Kurdistanê rizgar bibin.

Her wiha MîdyaEbdurehman daxuyand ku dê têkoşînê li ser rêya Pêngava 15`ê Tebaxê berdewam bikin heta ku serkeftinê pêk were.

Şahî bi pêşandana berhemên hunerî, şano ji aliyê Koma Stêrk û Serdem a Çand û Hunerê ve berdewam kir.

Şahî bi silavkirina berxwedana gerîla, hêzên leşkerî û rêber Abdullah Ocalan bi dawî bû.

(şx)

ANHA