Girtiyên Behdînanê soza berdewamkirina rêya Wedat Hisên da

Girtiyên Behdînan bi boneya 6’emîn salvegera qetilkirina rojnameger Wedat Hisên peyamek dan û gotin: “Di 6’emîn salvegera şehîdê azadiyê, rojnameger Wedat Hisên de soza berdewamkirina rêya wî û têkoşînê nû dikin.”

Girtiyên Behdînanê soza berdewamkirina rêya Wedat Hisên da
13 tebax, 2022   18:17
NAVENDA NÛÇEYAN

Girtiyên Behdînan bi boneya 6’emîn salvegera qetilkirina rojnameger Wedat Hisên peyamek dan. Di peyamê de wiha tê gotin: “Pakrewan Wedat Hisên yek ji wan zincîra qurbaniyên dengê azad û bîr û ramana cuda ye ku ji aliyê hinek kesan ve nayê hezimkirin û xwe li ser hemû rexneyan re dibînin ye.

Rijandina xwîna şehîdên weke Zekî Amêdî, Reuf Akrêyî, Sadiq Omer bigire heta zincîre qurbandayîna bêkarî, bêdadî, jenosîda spî, girtina neyasayî, koçberiya ber bi derve ku ciwan serî lê didin, heta kuştina jinan ev hemû nîşaneya şikestina şêwaza desthilata vê hikumetê ye.”

Di dawiya peyama girtiyên Behdînan de, wiha tê gotin: “Girtina me jî wê bibe mînakeke din a zindî ya şikestina vê curê hikumetê.”