Îbrahîm Selac: Divê gelên me li hember êrişên dewleta Tirk hevgirtî bin

Endamê Desteya Rêveber a Partiya Nûjen a Demokratîk a Sûriyê diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker hewl dide projeya demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyê têk bibe da ku herêmên din ên Sûriyê dagir bike û bang li gelên herêmê kir ku li dijî êrişên dagirkeriyê bibin yek û li ber xwe bidin.

Îbrahîm Selac: Divê gelên me li hember êrişên dewleta Tirk hevgirtî bin
14 tebax, 2022   05:54
QAMIŞLO – RÊNAS REMO

Dewleta Tirk a dagirker êrişên xwe li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi taybet li ser herêmên sînorê Rojava û Bakurê Kurdistanê didomîne. Ev êriş piştî civîna sê alî ya di navbera serokên (Tirkiye, Rûsya û Îranê) de di 19'ê Tîrmehê de li paytext Îranê Tehran û civîna Soçiyê ya 5'ê Tebaxê ku di navbera serokên Tirkiyê û Rûsyayê de li dar ketin, dijwartir bûn.

'HEWL DIDE HERÊMÊN DIN DAGIR BIKE'

Endamê Desteya Rêveber a Partiya Nûjen a Demokratîk a Sûriyê Îbrahîm Selac diyar kir ku êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê, heta êrişa dawî ya li ser Zaxo ya Başûrê Kurdistanê jî, piştî têkçûna wê ya li çiyayên Kurdistanê li hemberî berxwedana dîrokî ya hêzên gerîla, pêk hatin.

Di 20’ê Tîrmehê de, artêşa Tirk a dagirker li navçeya Derkarê ya navçeya Zaxo ya Başûrê Kurdistanê li cihekî geştiyariyê komkujiyek pêk anî û di encamê de zêdetirî 30 welatiyên Iraqê hatin qetilkirin û birîndarkirin.

Selac her wiha bal kişand ser polîtîkayên dewleta Tirk a dagirker li herêmê û wiha got: "Dewleta Tirk a dagirker di polîtîkayên xwe de, xwe dispêre afirandina kirîzan li herêmê û dagirkirina welatên cîran da ku kirîza xwe ya navxweyî derxe derve. Bi êrişên xwe yên rojane li ser herêmê, bi her awayî hewl dide projeya demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyê têk bibe da ku herêmên din ên Sûriyê dagir bike."

JI BO PÊKANÎNA ÊRIŞÊN XWE ŞERT Û MERCÊN NAVNETEWEYÎ BI KAR TÎNE

Selac wiha li axaftina xwe zêde kir: "Di roja îro de, dagirkeriya Tirk ji ber destwerdana ne yasayî ya di nava kar û barên dewletan de û hevkariya wê ya di pêşxistina “terorê” û afirandina qeyranan de, bi hemû welatên cîran re di nava kirîzeke siyasî de ye. Bi nêzîkbûna hilbijartinên Tirkiyê re, AKP bi sûdwergirtina ji lawaziya rewşa siyasî ya Sûriyê û destpêkirina êrişên nû, hewl dide raya giştî ya Tirkiyê qezenc bike."

Selac ev li gotinên xwe zêde kir: “Dewleta Tirk hewl dide şert û mercên navneteweyî bi kar bîne da ku di perspektîfên xwe yên siyasî de serkeftinekê bi dest bixe. Ji ber wê hewl dide ji şerê Rûsya û Ukraynayê û nakokiyên giştî yên li herêmê sûd werbigire da ku karibe êrişên xwe li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk bîne. Lê wisa xuya dike ku nekariye erêkirinê ji hêzên navneteweyî, çi Rûsya yan jî  Amerîka bigire. Ji ber vê yekê bi rêya balafirên bêmirov ên biçek dest bi êrişên xwe kir û ji bo bidestxistina armancên xwe şerê taybet dimeşîne."

'BERXWEDANA ZAPÊ BANDOREKE MEZIN LI TÊKOŞÎNA GELÊN HERÊMÊ KIR'

Îbrahîm Selac bal kişand ser berxwedana gerîla ya li Başûrê Kurdistanê ya li dijî êrişên dagirkeriya Tirk û got: "Operasyonên artêşa Tirk ên li ser Başûrê Kurdistanê û Bakurê Iraqê bi berxwedana şervanên PKK’ê re rû bi rû dimîne. Ew berxwedaneke bi rûmet e û bandoreke mezin li têkoşîna gelên herêmê dike."

Di dawiya axaftina xwe de endamê Desteya Rêveber a Partiya Nûjen û Demokratîk a Sûriyê Îbrahîm Selac bang li tevahiya gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir ku li dijî êrişên dewleta Tirk ên li ser herêmê bibin yek û wiha got: "Her gel li cîhanê bi yekitî û hevgirtinê li pêşiya her xeteriyekê disekine. Lewra em bang li gelên herêmên xwe dikin ku li dijî van êrişan bibin yek."

ANHA