​​​​​​​Şêniyên herêma Efrînê cenazeyê şehîd Izet Şera spart axê

Bi sedan şêniyên herêma Efrînê cenazeyê şervanê HRE`yê Izet Şera yê ku di 12`ê Tebaxê de ji ber kirîza dil şehîd bûye spart axê.

​​​​​​​Şêniyên herêma Efrînê cenazeyê şehîd Izet Şera spart axê
13 tebax, 2022   16:18
ŞEHBA

Bi sedan şêniyên herêma Efrînê cenazeyê şervanê Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) Ferîd Mûsilî  (Izet Şera) li goristana Şehîdên Berxwedana Serdemê ya li navçeya Ehrezê ya kantona Şehba veşartin.

Bi sedan şênî, cenazeyê şehîd ji nexweşxaneya Avrîn a li navçeya Fafînê wergirt û bi karwanekî erebeyan ber bi goristanê ve ketin rê.

Li goristanê, endamê Meclisa Malbatên Şehîdan a kantona Efrînê Xelîl Îso axivî û rola şehîdan di pêkanîna destkeftiyan de silav kir û got: “Serkeftinên ku me pêk anîne, encama fedakariyên şehîdan e. Divê em jî rêya wan temam bikin û armancên ji bo wê şehîd bûne, pêk bînin.”

Îso bang li ciwanan kir ku berxwedanê mezin bikin û wiha domand: “Divê ciwan rêya şehîdan berdewam bikin. Em bang li wan dikin ku ji bo rizgarkirina hemû herêmên dagirkirî berxwedanê mezin bikin.”

Di merasîmê de her wiha endamê Meclisa Jinan a Şehba Ruweyda Îbrahîm axivî û diyar kir ku ew amade ne, ji bo welatê xwe canê xw feda bikin û wiha domand: “Em ê li hember dagirkeran bisekinin. Em nahêlin ew herêmê din dagir bikin û em ê herêmên dagirkirî jî rizgar bikin.”

Ruweyda Îbrahîm îşaret bi armancên êrişên dewleta Tirk a dagirker kir û got: “Dewleta Tirk dixwaze me bitirsîne da ku em ji herêmê derkevin. Lê li dijî vî gelê berxwedêr ji 4 salan ve êriş pêk tîn, dîsa ji herêmê derneket û em dernakevin.”

Paşê wesîqeya şehadeta şehîd hat xwendin û radestî malbatê hat kirin. Dûre girseya gel cenazeyê şehîd Izet Şera li goristanê veşart.

(şx)

ANHA