Jinên ciwan li Tebqayê pêşangeheke wêneyan vekir

Yekitiya Jinên Ciwan bi koordîneya Nivîsgeha Wênesazî ya Herêma Tebqa, bi dirûşma “Bi destên jinên ciwan em niha û pêşerojê diafirînin” pêşangehek vekir.

Jinên ciwan li Tebqayê pêşangeheke wêneyan vekir
Jinên ciwan li Tebqayê pêşangeheke wêneyan vekir
Jinên ciwan li Tebqayê pêşangeheke wêneyan vekir
Jinên ciwan li Tebqayê pêşangeheke wêneyan vekir
Jinên ciwan li Tebqayê pêşangeheke wêneyan vekir
Jinên ciwan li Tebqayê pêşangeheke wêneyan vekir
13 tebax, 2022   14:24
TEBQA

Di pêşangehê de nûnerên Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Tebqa, endamên meclisên leşkerî, Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê, nivîsgeh û komîteyên jinan û bidehan şênî hazir bûn.

Di destpêkê de, endama Yekitiya Jinên Ciwan Fatme El Hesen axivî û bi xêrhatina beşdaran kir.

13 jinên ciwan ên endamên Yekitiya Jinên Ciwan a Tebqa bi tablyonên xwedî mijarên cihereng ku pêşxistina qada çand û hunerê ya herêmê armanc dikin, tev li pêşangehê bûn.

Di dawiya pêşangehê de Yekitiya jinên Ciwan û Navenda çand û Hunerê ya Tebqa diyarî li beşarên pêşangehê belav kirin.

(şx)

ANHA