`Pêngava 15`ê Tebaxê ji bo gelên bindest vejîn û destpêkeke dîrokî ye`

Hevseroka Meclisa Kantona Hesekê di civînekê de destnîşan kir ku Pêngava 15`ê Tebaxê destpêka pêvajoyeke din a têkoşîna çekdarî bû, gelek serkeftin bi dest xistin û dîrok nivîsand. Her wiha got ew pêngav ji bo gelên bindest vejîn û destpêkeke dîrokî bû.

`Pêngava 15`ê Tebaxê ji bo gelên bindest vejîn û destpêkeke dîrokî ye`
`Pêngava 15`ê Tebaxê ji bo gelên bindest vejîn û destpêkeke dîrokî ye`
`Pêngava 15`ê Tebaxê ji bo gelên bindest vejîn û destpêkeke dîrokî ye`
`Pêngava 15`ê Tebaxê ji bo gelên bindest vejîn û destpêkeke dîrokî ye`
`Pêngava 15`ê Tebaxê ji bo gelên bindest vejîn û destpêkeke dîrokî ye`
`Pêngava 15`ê Tebaxê ji bo gelên bindest vejîn û destpêkeke dîrokî ye`
13 tebax, 2022   14:12
 HESEKÊ

Bi boneya salvegera 38`an a Pêngava 15`ê Tebaxê Meclisa Malbatên Şehîdan a Hesekê civînek li dar xist. Di civînê de bi sedan malbatên şehîdan, endamên meclis û saziyên sivîl û leşkerî beşdar bûn, di nav de fermandarê Meclisa Leşkerî ya Herêma Cizîrê Hisên Selmo hebû.

Di civînê de hevseroka Meclisa Kantona Hesekê Semer Ebdullah axivî û got: “Pêngava 15`ê Tebaxê destpêka pêvajoyeke nû ye. Bi rêya wê Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) têkoşîna çekdarî li dijî dewleta Tirk a faşîst ragihand.”

Semer Ebdullah destnîşan kir ku hêzên leşkerî piştî wê ragihandinê, amadekariyên xwe temam kirin û li 3 herêman baregehên dagirkeriya Tirk kirin hedef û di wê pêngavê de guleya yekemîn li dijî dijminan hate teqandin.

Her wiha Semer Ebdullah diyar kir ku şoreşa PKK`ê şoreşa vîn, zihniyet û wijdanê bû ku rizgarî, tunekirina zulmê û dijminan armanc dike û got: “Lidarketina vê şoreşê, mîna vejînê û destpêkeke dîrokî bû.”

Di dawiyê de Semer Ebdullah îşaret bi sûcên dewleta Tirk ên li dijî gelên herêmê kir ku bi rêya balafirên bêmirov ên biçek û topbarana bêserûber pêk tîne.

Di dawiya civînê de beşaran, berxwedana gelan û hêzên leşkerî silav kir.

(şx)

ANHA