​​​​​​​Salvegera Pêngava 15'ê Tebaxê li Helebê hat pîrozkirin

Salvegera 38'an a Pêngava 15'ê Tebaxê li taxa Şêxmeqsûd a Helebê hat pîrozkirin.

​​​​​​​Salvegera Pêngava 15'ê Tebaxê li Helebê hat pîrozkirin
​​​​​​​Salvegera Pêngava 15'ê Tebaxê li Helebê hat pîrozkirin
​​​​​​​Salvegera Pêngava 15'ê Tebaxê li Helebê hat pîrozkirin
​​​​​​​Salvegera Pêngava 15'ê Tebaxê li Helebê hat pîrozkirin
​​​​​​​Salvegera Pêngava 15'ê Tebaxê li Helebê hat pîrozkirin
​​​​​​​Salvegera Pêngava 15'ê Tebaxê li Helebê hat pîrozkirin
​​​​​​​Salvegera Pêngava 15'ê Tebaxê li Helebê hat pîrozkirin
12 tebax, 2022   19:21
HELEB

Bi sedan şêniyên taxa Şêxmeqsûd a Helebê salvegera 38'an Pêngava 15'ê Tebaxê pîroz kir. Pîrozbahî ji aliyê Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê ve li ber navenda tevgerê ya li beşê rojava yê taxê hat lidarxistin.

Di pîrozbahiyê de sînevîzyonek li ser serkeftinên 15'ê Pêngava Tebaxê hate pêşandan.

Piştre Koma Şehîd Nûjiyan Ocalan a çand û hunerê ya girêdayî Yekitiya Jinên Ciwan û Koma Kulîlkên Pêşerojê ya girêdayî navenda Cemîl Horo ya çandê stran û govend pêşkêşkirin.

Di dawiyê de xelekên govendê li ber stranên şoreşgerî hatin gerandin û diruşmeyên dilsoziya bi şehîdan re hatin berzkirin.

(bb)

ANHA