​​​​​​​Cenazeyê şehîdê Erka Xweparastinê Ehmed Hec Elî li Minbicê hat veşartin

Bi tevlêbûna bi sedan welatiyan cenazeyê şervanê Hêzên Erka Xweparastinê şehîd Ehmed Ferec Hec Elî li Goristana Şehîdan a Minbicê hat veşartin.

​​​​​​​Cenazeyê şehîdê Erka Xweparastinê Ehmed Hec Elî li Minbicê hat veşartin
​​​​​​​Cenazeyê şehîdê Erka Xweparastinê Ehmed Hec Elî li Minbicê hat veşartin
​​​​​​​Cenazeyê şehîdê Erka Xweparastinê Ehmed Hec Elî li Minbicê hat veşartin
​​​​​​​Cenazeyê şehîdê Erka Xweparastinê Ehmed Hec Elî li Minbicê hat veşartin
​​​​​​​Cenazeyê şehîdê Erka Xweparastinê Ehmed Hec Elî li Minbicê hat veşartin
11 tebax, 2022   17:48
MINBIC

Bi sedan şêniyên bajarê Minbicê û gundewarê wê cenazeyê şervanê Hêzên Erka Xweparastinê Ehmed Ferec Hec Elî yê ku 10'ê Tebaxê  dema erka xwe bi cih dianî, li Minbicê şehîd bû veşartin.

Şêniyan cenazeyê şehîd ji pêşiya Nexweşxaneya Firatê wergirt û ber bi Goristana Şehîdan a li başûrê bajarê ve çûn.

Li goristanê merasîmek hat lidarxistin ku bi deqeya rêzgirtin û torana leşkerî dest pê kir.

Ji fermandarên Hêzên Erka Xweparastinê Hayîb Minbic axivî û got: "Em şehîdekî din oxir dikin, ev delîlê ku qelenê azadiyê buha ye û tenê yên ku bi azadiya welat bawer in û ji bo wê tê dikoşin vî qelenî didin."

Her wiha endama Meclisa Malbatên Şehîdan Hesna Dahir anî ziman ku şehîd ew ên ku ji bo azadiya  welat giyanê xwe didin. Hesna Dahir soza şopandina xeta şehîdan da.

Di merasîmê de hevserokê Meclisa Qanûnsaz a Minbicê Mihemed Elî El-Ebo axivî û wiha got: "Ji dema damezirandina Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ve em şehîdan didin da ku vê projeyê biparêzin, gelek alî şerê vê projeyê dikin û hewl didin wê têk bibin."

Piştî axaftinana endamê Meclisa Malbatên Şehîdan Mehmûd El-Îdo wesîqeya şehadetê ya şehîd xwend û radestî malbata wî kir.

Cenazeyê şehîd di nava diruşmeyên dilsoziya bi şehîdan re û tilîliyên dayikan hat veşartin.

ANHA