​​​​​​​Li Mehabadê ji malbata şehîd Rêzan Cavîd re sersaxî hat xwestin

Li bajarê Mehabadê yê Rojhilatê Kurdistanê ji bo endamê Meclisa Rêveberiya Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) Rêzan Cavîd (Yûsif Rebanî) tazî hate danîn û bi hezaran ji bajarên cuda yên Rojhilatê Kurdistanê tev li taziyê bûn.

​​​​​​​Li Mehabadê ji malbata şehîd Rêzan Cavîd re sersaxî hat xwestin
11 tebax, 2022   18:14
NAVENDA NÛÇEYAN

Li bajarê Mehabadê yê Rojhilatê Kurdistanê ji bo endamê Meclisa Rêveberiya Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) Rêzan Cavîd (Yûsif Rebanî) li mala bavê wî tazî hate danîn û bi hezaran ji bajarên cuda yên Rojhilatê Kurdistanê tev li taziyê bûn.

Her wiha Dayikên Aştiyê yên bajarên cuda yên Rojhilatê Kurdistanê yên weke Kamîran, Dêgulan, Sine û Merîwan bi komî serdana taziyê kirin.

Duh piştî belavbûna nûçeya şahadeta Rêzan Cavîd, welatiyên Mehabad, Şino, Serdeşt, Urmiyeyê, Seqiz û Kirmaşanê serdana mala bavê şehîd Rêzan Cavîd ya li Mehabadê kirin û sersaxî  jê re xwestin.

Biryare ku taziya şehîd Rêzan Cawîd di rojên bê de jî li mala bavê wî berdewam bike ku dikeve Kola Seyid Nîzam a Taxa Şafiîya û hejmara derî 13 ye.

Di bombebarana balafira bi çek a dewleta Tirk a roja 6’ê Tebaxa 2022’yan a li taxa Sinaa ya bajarê Qamişlo de 4 kes şehîd bûn û hinek birîndar bûn, yek ji wan endamê Meclisa Rêveberiya Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) û Hevserokê Berê yê Komelgeha Demokratîk û Azad a Rojhilatê Kurdistanê (KODAR) Rêzan Cavîd (Yûsif Rebanî) bû ku bi armanca pêşxistina karûxebatên neteweyî hatibû Rojavayê Kurdistanê.