Ferhad Şamî: Hedefgirtina malên gel yên Bakur provakasyona MÎT’ê ye

Ferhad Şamî, diyar kir ku wan ti malên navçeyên Bakurê Kurdistanê nekirina hedefa xwe û got, “Aliyê ku bajarên me yên weke Tirbesipiyê, Qamişlo, Amûdê û Dirbêsiye topbaran dike, malên xelkên me yên Bakurê Kurdistanê jî topran kiriye û xwestiye provakasyoneke pêk bîne.”

Ferhad Şamî: Hedefgirtina malên gel yên Bakur provakasyona MÎT’ê ye
11 tebax, 2022   11:31
NAVENDA NÛÇEYAN

Rêxistina îstîxbarata Tirkiyê (MÎT), bi riya medyaya şerê taybet, nûçeyên derew belav dike. Provakasyonên bi vî rengî yên dagirkeriya Tirkiyê, gelek caran di ragihandinê de teşhîr bûn. Piştî êrîşên dagirkeriya Tirkiyê li ser gundewarên herêma Cizîrê yên li ser sînor, bi rêka medyaya şerê taybet îdîa dikin ku QSD’ê jî hin malên Bakurê Kurdistanê yên li ser sînor bombebaran kirine.

Di derheqê van îdîayan de Berpirsê Navenda Ragihandina QSD’ê Ferhad Şamî, bersiva pirsên ajansa me da.

Ferhad Şamî, destnîşan kir ku hêzên wan malên gel ên li Bakurê Kurdistanê topbaran nekiriye û ev nûçe bi temamî alavekî şerê taybet e û topbarana li ser malên gel ên li Bakur, provekasyoneke MÎT’ê ye.

Şamî, di berdewamiya axaftina xwe de wiha anî zîman: “Hemwextî topbarana hovane ya li ser Dêra Xiristiyanan û cihên sivîlan yê li Tirbespiyê û Qamişlo ku dewleta Tirk a dagirker pêk anî, me li ser medyayê bihîst ku topek li malekî xelkê me yê li Bakurê Kurdistanê ketiye. Aliyê ku hermên me ên li Tirbespiyê, Qamişlo, Amûdê û Dirbêsiyê topbaran kir, ango artêşa dagirker a Tirk heman aliyê ku malê xelkên me yê li Bakurê Kurdistanê jî topbaran kiriye û xwestiye provakesyonan pêk bîne ye.”

Berpirsê Navenda Ragihandina QSD’ê, destnîşan kir ku çawa ew selametiya xelkê li Rojava, Bakur û Rojhilatê Sûriyê girîngî didine, di heman astê de jî selametiya xelkê li Bakurê Kurdistanê girîng dibînin û ew di hemû xebatên xwe de vê hesasiyetê li ber çava digrin û got: “Em tekez dikin ku MÎT a Tirk, li pey topbarana li ser malê xelkê me yê li Bakurê Kurdistanê ye, beriya niha ev provakesyon li Efrîn û Serêkaniyê jî kiribûn, berpirsyarê MÎT’ê jî, di vê mijarê de li xwe mikûr hatibû û dengê lixwemikurhatina wî, di medyaya Tirkan de bi xwe belav bûbû. Em bawer dikin ku gelê me yê li Bakurê Kurdistanê vê rastiyê dizane û lîstokên dagirkeran wê vala derxin.”

Ferhad Şamî, di dawiya axaftina xwe de diyar kir ku hemû çalakiyên wan ên di çarçoveya parastina rewa de tên kirin, barageh û leşkerên Tirk armanc digrin.

ANHA