'QSD`ê li dijî artêşa Tirk a dagirker rêzeçalakiyên taybet kirin'

Berpirsê Navenda Ragihandinê ya QSD`ê Ferhad Şamî tekez kir ku hêzên wan ji bo tolhildana şehîdan, li dijî artêşa Tirk a dagirker rêzeçalakiyên taybet li dar xistine.

'QSD`ê li dijî artêşa Tirk a dagirker rêzeçalakiyên taybet kirin'
11 tebax, 2022   11:41
NAVENDA NÛÇEYAN

Berpirsê Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) Ferhad Şamî li ser hesabê xwe yê Facebookê wiha got: “Di çarçoveya parastina rewa de, ji bo tolhildana xwîna şehîdên sivîl û leşkerî, hêzên me li dijî artêaş Tirk a dagirker rêzeçalakiyên taybet li dar xistine.”

Şamî destnîşan kir ku dê Navneda Ragihandinê ya QSD`ê di saetên pêş de detayan bi dîmen parve bike.

(cx)