Şêniyên Kobanê li dijî êrişên dewleta Tirk a dagirker meşiyan

Bi hezaran şêniyên Kobanê xwepêşandaneke girseyî li dar xist û êrişên dewleta Tirk ên bi balafirên bêmirov ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê şermezar kirin.

Şêniyên Kobanê li dijî êrişên dewleta Tirk a dagirker meşiyan
Şêniyên Kobanê li dijî êrişên dewleta Tirk a dagirker meşiyan
Şêniyên Kobanê li dijî êrişên dewleta Tirk a dagirker meşiyan
Şêniyên Kobanê li dijî êrişên dewleta Tirk a dagirker meşiyan
Şêniyên Kobanê li dijî êrişên dewleta Tirk a dagirker meşiyan
Şêniyên Kobanê li dijî êrişên dewleta Tirk a dagirker meşiyan
Şêniyên Kobanê li dijî êrişên dewleta Tirk a dagirker meşiyan
11 tebax, 2022   10:48
KOBANÊ

Bi hezaran şêniyên Kobanê, endamên saziyên sivîl û kesayetên ji partiyên siyasî yên herêma Firatê li Qada Jina Azad kom bûn.

Xwepêşandêran wêneyên welatiyên ji ber bombebaran û topbarana li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê şehîd bûbûn û pankartên "Na ji dagirkeriyê re" û "Êdî bes e bêdengî" berz kirin.

Xwepêşandanê ji Qada Jina Azad ber bi Qada Şehîd Egîd ve dest pê kir.

Piştî xwepêşandan gihaşt Qada Şehîd Egîd, endama rêveber a Kongra Star a Herêma Firatê Macîde Hesûn axivî û wiha got: "Em berxwedana gerîla ku serkeftinên mezin li dijî faşîzma Tirk pêk anîne, silav dikin. Vê berxwedanê planên dagirkeriyê têk birin û hesabên wan tevlihev kirin."

Macîde Hesûn wiha domand: "Êrişa dawî li ser Qamişloyê nîşaneya kîna dewleta Tirk a faşîst li dijî pêkhateyên herêmê ye. Divê dewletên garantor ji bêdengiya xwe derkevin. Ji ber ku komkujiyên îro pêk tên li pêş çavên wan dibin."

Macîde Hesûn bang li gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir ku xwe li gorî şerê gel ê şoreşgerî li hember êriş û komên dewleta Tirk a dagirker bi rêxistin bike û wiha got: "Em jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji tevahî pêkhateyan dê xwe bi rêxistin bikin û li hember dagirkeriyê bisekinin.”

Macîde Hesûn di dawiyê de soz da herêmê ku ew ê li ser fikir û felsefeya rêber Abdullah Ocalan bimeşin û projeya demokratîk ku pêkhateyên herêmê bi rê ve dibe, bi ser bixin.

Xwepêşandan bi dirûşmên "Berxwedana jiyan e" bi dawî bû.

(fr)

ANHA