Dagirkeriya Tirk êrişî gundên navçeya Şêrawa dike-NÛ BÛ

Artêşa Tirk a dagirker êrişên xwe li dijî gund û bajarokên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê didomîne.

Dagirkeriya Tirk êrişî gundên navçeya Şêrawa dike-NÛ BÛ
10 tebax, 2022   10:38
ŞEHBA

Li gorî agahiyên ji herêmê hatine wergirtin, artêşa Tirk a dagirker devera di navbera gundên Soxanekê û Aqîbê, her wiha derdorê gundê Bênê yên navçeya Şêrawa ya girêdayî kantona Efrînê ya dagirkirî, bi çekên giran tobparan dike.

Heta kêliya amadekirina vê nûçeyê 20 obîs li herêmê ketine.

(cx)

ANHA