Hêzên hikumeta Şamê hewl didin li rojavayê Derayê pêşde biçin

Hêzên hikumeta Şamê yên hewl didin li herêmê pêşde biçin, deştên başurê bajarê Tefesê yê rojavayê Derayê hedef girtin. Ev yek piştî du rojan ji derketina kesên ji aliyê hikumeta Şamê ve tên xwestin, pêk tê.

Hêzên hikumeta Şamê hewl didin li rojavayê Derayê pêşde biçin
10 tebax, 2022   10:47
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) ragihand ku îro sibehê, hêzên hikûmeta Şamê deştên başûrê bajarê Tefesê yê li gundewarê rojavayê Derayê ji çeperên xwe yên li avahiya avdanê ya li derdora herêmê, bi çekên giran hedef girtin. Hikumeta Şamê bi vê yekê hewl dide li herêmê pêşde biçe. Di heman demê de, di navbera hêzên hikumeta Şamê û çekdarên xwecihî yên li herêmê de, bi çekên navîn şer derket.

Li gorî SOHR`ê, ev yek piştî 48 saetan ji derketina kesên ji aliyê hikûmeta Şamê ve tên xwestin ji bajarê Tefesê ber bi cihekî nediyar ve, pêk tê.