​​​​​​​Bîlançoya 48 saetan a êrişên dagirkeriya Tirk li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê

Di 48 saetên dawîn de, dewleta Tirk a dagirker bi dehan gundên sînorî yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê topbaran kirin. Di encamê de 5 welatî şehîd bûn û bi dehan welatî û di nav de jin, zarok û xebatkarên çapemeniyê jî birîndar bûn.

​​​​​​​Bîlançoya 48 saetan a êrişên dagirkeriya Tirk li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê
10 tebax, 2022   12:31
NAVENDA NÛÇEYAN

Artêşa Tirk a dagirker êrişên xwe li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê zêde kirine, di nava 48 saetên dawîn de bi dijwarî û bi çekên giran û balafirên bêmirov ên biçek, bi dehan gundên sînorî topbaran û bombebaran kirin. Ev yek ligel bêdengiya navneteweyî û herêmî, bi taybet ya Rûsya û Amerîkayê ku garantorên agirbesta di Cotmeha 2019'an de hatiye îmzekirin in, pêk tê.

Bîlançoya êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê yên 48 saetan dawîn bi vî rengî ye:

8`Ê TEBAXÊ

*Artêşa Tirk a dagirker di sibeha 8’ê Tebaxê de bi topên hawanan û topavêjan gundê Çetelê yê rojavayê navçeya Dirbêsiyê ya kantona Hesekê û gundê Xanîkê yê rojavayê navçeya Amûdê ya girêdayî kantona Qamişlo topbaran kirin.

* Piştî wê artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê bi moşekan taxa Xerbî ya navçeya Zirganê ya kantona Hesekê topbaran kir û di encamê de ziyanên madî çêbûn.

* Her wiha gundên Keramê, Cirnikê û Xanîkê yên rojavayê navçeya Amûdê bi çekên giran hatin topbarankirin.

*Seat di 07:00’an de, artêşa Tirk a dagirker bi çekên giran gundê Gir Top ê rojhilatê bajarê Qamişlo tobparan kir.

*Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê saet di 09:15’an de bi çekên giran gundên Gozliyê û Til El Leben ên gundewarên rojavayê navçeya Til Temirê topbaran kirin. Piştre bi çekên giran gundên navçeya Eyn Îsa û Girê Spî hatin topbarankirin

*Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê saet di 12:15’an de bi çekên giran gundê Qibûr El Qeracnê yê bakurê navçeya Til Temirê ya kantona Hesekê ya li ser rêya navçeya Zirganê topbaran kirin.

*Artêşa Tirk saet di 12:45’an de, bi çekên giran derdora navçeya Til Rifetê ya kantona Şehbayê topbaran kir. Li herêm tevgera balafirên bêmirov ên biçek ên artêşa Tirk a jî hebû.

Di encama topbarana artêşa Tirk a dagirker de, welatiyê bi navê Rênas Murad di saet 13:00’an de dema pezê xwe li gundê Til Zîwan yê rojhilatê bajarê Qamişlo diçêrand, birîndar bû. Di heman demê de, dagirkeriya Tirk bi çekên giran gundên Cirnikê û Til Hemdûn ên girêdayî navçeya Amûdê topbaran kirin.

*Artêşa Tirk a dagirker saet derdora 15.00’an de, ekîba kenala Rojava TV, dema ku topbarana artêşa Tirk a dagirker li ser gundên navçeya Amûdê, nêzî gundê Cirnikê dişopand, bi 2 topan kir hedef.

*Di saet 17:00’an de, artêşa Tirk a dagirker gundê Cidêdê yê rojavayê navçeya Eyn Îsayê tobparan kir û di encamê de welatiyê bi navê Ferhan Mihemed Beşîr (26) birîndar bû.

* Di saet 19:20’an de jî, artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê gundê Tewîla yê rojavayê navçeya Til Temirê ya li ser rêya M4, bi çekên giran topbaran kir. Di saet 21:30’an de jî baregeheke hêzên hikûmeta Şamê li gundê Xerzê yê navçeya Amûdê hate hedefgirtin.

9`Ê TEBAXÊ

*Artêşa Tirk sibeha 9`ê Tebaxê gundê Selmase yê başûrê rojavayê navçeya Til Temirê bi çekên giran topbaran kir, di encamê de welatiyê bi navê Îbrahîm Mihemed Heşê (55) salî şehîd bû.

*Sibeha 9`ê Tebaxê, şêniyên gundê Um Qura yê kantona Şehbayê li ser dengên topên artêşa Tirk a dagirker hişyar bûn ku bi dehan obîsan gund topbaran kir.

*Balafireke bêmirov a biçek a dagirkeriya Tirk saet di 09:30`an de malek li gundê Xerzê yê rojavayê navçeya Amûdê bombebaran kir. Ziyanên madî gihaştin mal û milkên welatiyan. Piştre bi çekên giran êrişî gundê Xanîkê yê rojavayê Amûdê kir û balafirên bêmirov ên biçek  li asmanê gundewarê navçeyê digeriyan.

*Li gorî daxuyaniya QSD`ê, saet di 13:00`an de balafireke bêmirov a biçek a artêşa Tirk a dagirker herêma piştî Nexweşxaneya Jiyan -COVID (19) a bakurê bajarê Qamişlo bombebaran kir. Di encamê de 4 şervan şehîd bûn û 3 din jî birîndar bûn.

*Arêtşa Tirk a dagirker saet di 15:45`an de bi çekên giran gundên Sêgirka û Til Zîwan ên rojhilatê bajarê Qamişlo topbaran kirin, di encamê de 6 welatî birîndar bûn.

Ajansa me navên kesên birîndar bûne belge kirin, navên wan wiha ne: Helebçe Reşîd (33), Arîn Ebdulezîz El Hesen (38), zarokên bi navên Mihemed Salih (12), Mîran Selah (10), Êlan Selah (5) û Bilind Mihemed Şemisedîn (16).

*Saet di 16:00`an de piraniya gundên sînorî ji navçeya Tibespiyê ya kantona Qamişlo û heta navçeya Til Temir û Dirbêsiyê yên kantona Hesekê bi çekên giran hatin topbarankirin.

Gundên hatine tobparankirin ev in: Şelhomiyê, Girdêm, Kêl Hesnak, Til Cehan, Rotan, Zorava, Til Bişik û Mele Ebas yên navçeya Dirbêsiyê. Her wiha gundê Qermanê, Cirnikê, Şorikê û Til Hemdûn û Xanîkê yên girêdayî navçeya Amûdê.

*Artêşa Tirk a dagirker saet di 17:00`an de gundê Feqîra, Erîde û Esediyê yên gundewarê Zirganê ya Hesekê topbaran kirin, di heman demê de gelek top avêtin nêzî baregeheke leşkerî yên hêzên Amerîkayê ya li gundê Mizgeftê (nêzî 10 km bakurê navçeya Tirbespiyê). Li aliyekî din jî bi du topên hawanê nêzî Dêra Mar Cercis ya li gundê Mehrkan (7 km li bakur rojavayê navçeyê) tobparan kir. Her wiha bi gelek topan êrişî gundê Omerîk ê rojhilatê bajarê Qamişlo kir.

*Saet di 19:45`an de jî artêşa Tirk bi topan êrişî gundê Dêrina Qulinga yê navçeya Tirbespiyê kir, hemwextî wê jî gundê Deşîşe û Gozeliyê yên li rojavayê Til Temirê bi çekên giran û hawanan topbaran kirin.

*Artêşa Tirk a dagirer her wiha gelek top avêtin navçeya Çilaxa ya kantona Qamişlo û derdora gundê Dêrina Axa yê girêdayî navçeyê. Piştre leşkerên artêşa Tirk a dagirker ên li ser sînorê di navbera Rojava û Bakurê Kurdistanê de gule avêtin gundê Sermesax Jorîn yê li bakurê navçeya Girkê Legê ya kantona Qamişlo.

ANHA