​​​​​​​Li Eyn Îsayê berxwedana QSD'ê hat silavkirin

Şêniyên navçeya Eyn Îsayê bi xwepêşandanekê êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê şermezar kirin û piştgiriya xwe ji QSD’ê re nîşan dan.

​​​​​​​Li Eyn Îsayê berxwedana QSD'ê hat silavkirin
​​​​​​​Li Eyn Îsayê berxwedana QSD'ê hat silavkirin
​​​​​​​Li Eyn Îsayê berxwedana QSD'ê hat silavkirin
​​​​​​​Li Eyn Îsayê berxwedana QSD'ê hat silavkirin
​​​​​​​Li Eyn Îsayê berxwedana QSD'ê hat silavkirin
9 tebax, 2022   19:32
EYN ÎSA

Di xwepêşandanê de bi sedan şêniyên navçeya Eyn Îsayê û koçberên kantona Girê Spî ya dagirkirî beşdar bûn.

Xwepêşandan ji pêşiya Mizgefta Mezin ber bi çerxerêya Şehîd Cûdî ve bi rê ket. Di xwepêşandanê de pankartên bi nivîsên "Yên ku bûne sedema şehîdxistina hevalên me, mafên wan tune ye ku bi me re bijîn", wêneyên şehîdên Hêzên Ewlekariya Hundirîn, alênTevgera Ciwanên Şoreşger û QSD û posterên rêber Abdullah Ocalan hatin hildan.

Her wiha bi yek dengî diruşmeyên silavkirina berxwedan QSD'ê, yekitiya gelê Sûriyê û şermezarkirina dewleta Tirk hatin berzkirin.

Xwepêşandan li çerxerêya Şehîd Cûdî sekinî.

Berdevkê Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê ya herêma Firatê, Mihemed Mehmûd êrişên dagirkeriya Tirk şermezar kirin û got: ''Divê ciwan li kêleka QSD’ê bisekinin û bi yekrêziyekê parastina xaka Sûriyê li hember dagirkeriya Tirk bikin.”

Xwepêşandan bi siloganên dilsoziya bi şehîdan re silavkirina berxwedana QSD’ê bi dawî bû.

(mh)

ANHA