Metran Mar Morîs Emsîh: Tirkiyê gefan li her kesî dixwe, divê êrişên wê werin rawestandin

Metranê suryanên Artodoks ê herêmên Cizîr û Firatê, Mar Morîs Emsîh destnîşan kir ku êrişên dewleta Tirk ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê hemû pêkhateyên herêmê dixin metirsiyê û bang li cîhanê kir ku sînorekê ji dewleta Tirk re deyne.

Metran Mar Morîs Emsîh: Tirkiyê gefan li her kesî dixwe, divê êrişên wê werin rawestandin
10 tebax, 2022   03:32
HESEKÊ - BASIL REŞÎD

Piştî civîna Soçî ya serokê Rûsya Vladimir Pûtin û serokê dewleta Tirk a dagirker Recep Tayyîp Erdogan ku di 6’ê Tebaxê de pêk hatibû dewleta Tirk a dagirker êrişên xwe yên hewayî û bejayî li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê zêde kirin.

Di encama êrişên hovane yên dagirkeriya Tirk de şehîd û birîndar çêbûne, ku di nav de zarok û jin hene.

Der barê van êrişan e, metranê herêmên Cizîr û Firatê yê suryanên Artodoks, Mar Morîs Emsîh ji ajansa me re wiha axivî: “Sûriya bi giştî di qonaxeke zehmet re derbas dibe, ew jî ji ber zextên ji derve û herêmê.”

Mar Morîs Emsîh diyar kir ku êrişên dagirkeriya Tirk bandoreke neyênî li hemû pêkhateyên Sûriyê dike û armanc jê ew e ku herêm vala bibe û demografiya wê were guhertin û got: “Tu şerîet û qanûn van êrişên li dijî herênê rewa nabîne û napejirîne.”

Mar Morîs diyar kir ku êriş bandoreke pir xerab li herêmê dike ji ber ku armanc jê valakirina herêmê ji şêniyan e di serî de pêkhateya Xiristiyan, di encamê de jî dê civak ji hev bikeve.

Metran Emsîh wiha domand: “Em aşitîxwaz in, lê terorîzm xêrê ji gelên Sûriyê re naxwaze. Em bang li berpirsiyarên Tirk dikin ku êrişên li dijî herêmê rawestînin, em destê aşitî û hezkirinê dirêjî hemû aliyan dikin.”

Mar Morîs Emsîh di dawiya axaftina xwe de bang li Neteweyên Yekbûyî (NY) û rêxistinên mirovî û navneteweyî di serî de hêzên garantor “Rûsya û Koalîsyona Navneteweyî” kir ku êrişên li dijî Sûriyê bi giştî û Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi taybetî rawstînin.

(mh)

ANHA