​​​​​​​Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bîlançoya êrişên dewleta Tirk eşkere kir

Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ragihand ku di êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser derverên cûda yên herêma Cizîrê de 6 welatî birîndar bûn.

​​​​​​​Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bîlançoya êrişên dewleta Tirk eşkere kir
9 tebax, 2022   21:00
NAVENDA NÛÇEYAN

Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyê derbarê êrişên îro yên dewleta Tirk a dagirker daxuyaniyek nivîskî weşand.

Daxuyanî wiha ye:

''Artêşa Tirk a dagirker li bajarên Qamişlo, Amûdê û Tirbespiyê êrişên xwe yên bêserûber li dijî sivîlên ewle zêde kirin.

Bajarê Qamişlo û gundewarê wê bi 15 topan kir armanc. Di encamê de 6 sivîl, di nav de 3 zarok û 2 jin birîndar bûn. Her wiha bi 23 topan gundewarê bajarokê Tirbespiyê topbaran kir, di encamê de zarok û jinek birîndar bûn.

Her wiha artêşa Tirk a dagirker 21 top avêtin gundên sînorî yê bajarokê Amûdê û malên sivîlan kir hedef. Di encamê de welatiyek birîndar bûn û wî rakirin nexweşxaneyan. Di heman demê de gundên bajarokê Dirbêsiyê bi 10 topan kirin hedef.

Ev êriş xeta dewleta Tirk a dagirker a têkbirina ewlehî û îstiqrara herêmên me nîşan dide, bi kiryarên xwe siyasetên mêtîngeriyê pêk tîne ku di dîrokê de hewl dide dagirkeriyê bi cih bîne, nakokiyan derxîne û destekê dide terorê.

Em Hêzên Ewlekariya Hundirîn van êriş û binpêkirinan şermezar dikin û bang li civata navneteweyî û tevahî cîhanê dikin ku dosyayên terorî yên Tirkiyê û kirinên wê yên qetilkirina zarokên gelê me û derbekirina ewlehî û istiqrara herêmên me bibînin."

ANHA