Meclisa Leşkerî ya Girê Spî bîlançoya 10 rojan a êrişên li ser Eyn Îsayê eşkere kir

Meclisa Leşkerî ya Girê Spî bîlançoya binpêkirin û êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li seranserî eniyên şer ên 10 rojên dawî li ser gundên Girê Spî û Eyn Îsayê eşkere kir û destnîşan kir ku ew ê bibin mertalekî xurt li dijî timayên dagirkeriya Tirk.

Meclisa Leşkerî ya Girê Spî bîlançoya 10 rojan a êrişên li ser Eyn Îsayê eşkere kir
9 tebax, 2022   13:02
EYN ÎSA

Berdevkê Meclisa Leşkerî ya Girê Spî Wîsam El-Omer ji rojnamevanan re axivî û tê de bîlançoya 10 rojan a binpêkirin û windahiyên mirovî yên ji ber topbarana dewleta Tirk pêk hatine, eşkere kirin.

Berdevkê meclisê di axaftina xwe de wiha got: "Dagirkeriya Tirk hemû peymanên agirbestê binpê dike. Ji aliyê rojavayê Girê Spî û bejahiya navçeya Eyn Îsayê ve bi hemû çekên giran û sivik gundên tê de şênî hene, dike armanc. Di encamê de welatî şehîd dibin û birîndar dibin."

El-Omer di berdewama axaftina xwe de diyar kir ku di nava 10 rojên dawîn de, dewleta Tirk a dagirker gundên li eniyên şer; Kor Hesen, Fatise, Siwêd, Ehmediye û hwd bi balafirên bêmirov, tankan, hewan û seknvanan 30 caran kirin armanc û agirberst binpê kir."

Der barê windahiyên mirovî de jî El-Omer wiha got: "Di encama van binpêkirin û bombebarana berdewam de 5 welatî şehîd bûn, ji wan 4 endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn bûn. 2 welatî jî birîndar bûn."

El-Omer cih û navên welatiyên di êrişên dagirkeriyê de şehîd û birîndar bûne, eşkere kirin; Ehmed El-Xidir (21) di encama bombebarana balafireke bêmirov li nêzî benzînxaneya El-Terad de jiyana xwe ji dest da û Elî Xelîl jî bi giranî birîndar bû. Her wiha 4 endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn li ser rêya Eyn Îsa-Reqayê bi armanca hedefgirtina balafireke bêmirov şehîd bûn û navên wan jî ev in; Cîhan Mistefa, Beşar Mihemed, Sara Hisên û Selma Mistefa. Her wiha Beşîr El-Ferhan jî duh di encama topbarana artêşa Tirk a li ser gundê Cedîde de (ku 5 km li rojavayê Eyn Îsayê ye), birîndar bû.

El-Omer da zanîn ku dagirkeriya Tirk di 10 rojên dawîn de asta topbaran zêde kiriye û di kûrahiya 20 km de eniyên şer dike hedef. Bi wê re erebeyeke endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn 50 km dûrî sînorê dewleta Tirk hate armanckirin.

Di dawiya gotinên xwe de El-Omer soz da şêniyên herêmê ku ew ê bibin mertaleke xurt li hember timayên dagirkeriya Tirk a ji bo dagirkirina zêdetir axa Sûriyê û ji bo parastina destkeftiyên şehîdan çavê hişyariyê bin.

Ji dema dewleta Tirk a dagirker kantona Girê Spî û parçeyên fireh ji gundewarên wê dagir kirin ve, 98 welatî şehîd û birîndar bûn ku ji wan 42 zarok bûn.

ANHA