​​​​​​​Artêşa Tirk gundên Sêgirka û Til Zîwan ên Qamişlo topbaran dike; tê gotin birîndar hene

Artêşa Tirk a dagirker gundên Sêgirka û Til Zîwan ên rojhilata bajarê Qamişlo topbaran dike, her wiha li gorî agahiyên destpêk birîndar hene, di nav de zarok û jin.

​​​​​​​Artêşa Tirk gundên Sêgirka û Til Zîwan ên Qamişlo topbaran dike; tê gotin birîndar hene
9 tebax, 2022   13:06
QAMIŞLO

Artêşa Tirk a dagirker gundên Sêgirka û Til Zîwan ên rojhilatê Qamişlo bi çekên giran topbaran kir, di encamê de li gorî agahiyên destpêkê birîndar hene. Lê heta niha hejmar û rewşan birîndaran nehatiye zelalkirin.

Her wiha balafireke bêmirov a dewleta Tirk a dagirker herêma devera li pişt Nexweşxaneya Jiyan-Covid 19 ya bakurê bajarê Qamişlo li nêzî rêya Hîzamê ya bakurê bajêr, bombebaran kir. Li gorî agahiyan welatî birîndar bûne.

Ev yek di çarçoveya êrişên bênavber ên dewleta Tirk a dagirker li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, pêkanîna komkujî û sûcên şer li dijî welatiyan de pêk tê.

(fr)

ANHA