Şêniyên Qamişloyê: Êriş me têk nabin û em ê têkoşîna xwe bidomînin

Şêniyên kantona Qamişloyê di merasîma sersaxiya şehîdên êrişên dewleta Tirk ên li ser taxa Sîna de diyar kir ku li hember êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê dê li ber xwe bidin û êriş nikarin wan têk bibin.

Şêniyên Qamişloyê: Êriş me têk nabin û em ê têkoşîna xwe bidomînin
9 tebax, 2022   12:29
QAMIŞLO

Şêniyên kantona Qamişlo û endamên saziyên sivîl û leşkerî sersaxî da malbatên şehîdan ku di encama êrişa balafireke bêmirov a dewleta Tirk a dagirker a li ser herêma Sîna ya Qamişloyê 6’ê Tebaxê şehîd bûbûn. Di encama êrişê de endamekî Saziya Dîsîplîna Leşkerî Rûxaz Amûdê û 3 welatiyên din ku 2 zarokên bi navên Ehmed Elî Hisên Aheng Ekrem Hisên bûn, şehîd bûbûn.

Konê sersaxiyê yê her du zarokan û şehîd Şemdîn Şemdîn li pêş Goristana Şehîd Delîl Sarûxan a li Qamişloyê hat vegirtin.

Di merasîmê de endama Meclisa Malbatên Şehîdan Necah Silêman axivî û hemû şehîdên azadiyê bi bîr anîn û wiha got: "Dagirkeriya Tirk asta êrişên xwe yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê, ji ber têkçûyîna wê li hember berxwedana gerîla li Herêmên Parastinê yên Medyayê bilind kiriye."

Necah Silêman da zanîn ku armanca dewleta Tirk a dagirker ji êrişên Ii ser herêmê têkbirina vîna gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye û wiha domand: "Dewleta Tirk a dagirker hewl dide bi rêya êrişên xwe vîna gelê me bişikîne. Lê belê armanca wê pêk nayê, ji ber gelê ku ji 11 salan ve li ber xwe dide, tiştek nikare wî bişikîne. Bila bav û dayikên şehîdan taxa Sîna bi vê şehadeta mezin serbilind bin."

Necah Silêman di dawiya axaftina xwe de got: "Divê gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê hevgirtî be, destekê bidin hêzên leşkerî di berxwedana li dijî êrişên dewleta Tırk de. Em dayikên şehîdan, ji erka me ye ku li hember dagirkeriyê bisekinin û parastina xaka xwe bikin."

‛EM Ê LI DIJÎ VAN ÊRIŞAN BISEKININ Û BERXWEDANA XWE BIDOMÎNIN’

Li aliyekî din jî hevserokê Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) yê Qamişloyê Mesûd Dawûd da zanîn hebûna şêniyan di bin konê sersaxiyê de ji bo herêmê serkeftin bi xwe ye û wiha got: "Careke din Qamişloyê azara windahiya welatiyên xwe jiya, lê belê gelê bingehîna mirovahiyê daniye û ji mirinê jiyaneke afirand, tu êriş nikarin wî têk bibin û dê azadiya xwe pêk bîne."

Dawûd wiha domand: "Bêdengiya dewletên herêmê li hember komkujî û êrişên dewleta Tirk a dagirker nîşaneya hevkariya wan e. Divê gelê me bizane ku em ê her tiştên giranbuha bidin, li hember êrişên dewleta Tirk bisekinin."

‘QSD AMADE YE PARASTINA HERÊMÊ BIKE’

Li aliyekî din jî endamê QSD’ê Mihemed Zêdan sersaxî da malbatên şehîdan û gotina rêber Abdullah Ocalan a li ser şehadetê bi bîr xist: "Şehîdên me ew pêşengên manewî ne, bi saya fedakariyên şehîdan em îro bi ewle dijîn û me karî zilma li ser gelê xwe rakira. Em ji mirin natirsin, lê ditirsin ku gelê me di bin zilmê de bijî."

Zêdan teqez kir ku dijmin cudahiyê naxe navbera pêkhateyan û wiha pê de çû: "Beriya du rojan, me du şehîd ji pêkhateya Ereb oxir kirin, niha jî em şehîdên xwe yên ji pêkhateya Kurd oxir dikin. Ev nîşane ye ku cudahiyê naxe navbera pêkhateyan, ew hewl dide herêmên me dagir bike, xêr û berên me talan bike. Lê em QSD’ê amade ne ku parastina herêm û destkeftiyên şoreşa xwe bikin."

‘TÊKOŞÎNA ŞERVANÊN AZADIYÊ DÊ SERKEFTINÊ BI XWE RE BÎNE’

Li navçeya Amûdê jî, bi sedan şêniyên navçeyê û gundên girêdayî wê sersaxî da malbata endamê Saziya Dîsîplîna Leşkerî şehîd Rûxaz Amûdê.

Hevserokê PYD’ê yê navçeya Amûdê Adil Mela Emîn di merasîmê de wiha axivî: "Bi saya têkoşîna şervanên azadiyê yên parastina destkeftiyên gelên herêmê li pêş êrişên dewleta Tirk a dagirker û komkujiyên li dijî sivîlan dikin, em ê serkeftinê pêk bînin û dagirkeriyê têk bibin."

Adil Mela Emîn wiha domand: "Şehadet asta herî bilind e, ji bilî kesê bi xaka xwe ve girêdayî nikare bi dest bixe. Îro em şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi berxwedan û têkoşînê li hember êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê disekinin, ku parastina destkeftiyên xwe bikin. Hevgirtin, berxwedan û girêdana me bi xakê ve bi saya felsefeya rêber Ocalan ku Tevgera Azadiya Kurdistanê ji girtîgeha Îmraliyê de bi pêş xistiye."

Adil Mela Emîn wiha gotina xwe bi dawî kir: "Divê şênî hevgirtî bin û li hember êriş û sûcên dewleta Tirk a dagirker ên qirêjî amade bin."

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/lH4qL6PyL1s" title="​​​​​​​خلال مراسم عزاء شهداء هجوم الصناعة.. الأهالي: لن تهزمنا الهجمات وسنواصل نضالنا - عامودا" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>